- Ciwanê Kurd Abdulgaffar Dayan 24'ê Çileyê dema ku diçû dersxaneyê, wesayîta zirxî ya dewleta Tirk lê qelibîbû û pêr jiyana xwe ji dest da û hat definkirin.
Ciwanê Kurd Abdulgaffar Dayan 24'ê Çileyê dema ku diçû dersxaneyê, wesayîta zirxî ya dewleta Tirk lê qelibîbû û pêr jiyana xwe ji dest da û hat definkirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê 24'ê Çileyê Abdulgaffar Dayanê 23 salî gava li ser pira berê ya Cizîr (Kolana Yafesê) diçû dersxaneyê, wesayîta zirxî ya Ranger a polêsên Tirk lê qelibî. Dayan pêr li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê yên li nexweşxaneyê rêxistina HDP'ê ya navçeyê û hevalên Dayan ên dibistanê jî di nav de gelek kesan cenazeyê Dayan anîn Goristana Asrî ya Cizîrê. Cenazeyê Dayan bi lewbandina zêmaran hat definkirin.
Polêsên Tirk li ser kuştina Dayan ti daxuyanî nedan. Lê belê Qeyûmê Cizîrê ku bi navê desthilatdariya AKP'ê şaredarî desteser kiriye, bi rêya Twitterê berpirsyariya kuştina Dayan li xwe girt. Qeyûm îdîa kir ku qeza ji ber baranê rû daye û diyar kir ku wesayita Ford Ranger a ku qeza pê hate kirin bi ser şaredariya Cizîrê ve qeyidkirî ye.
Bi dehan Kurd bi vî rengî hatin kuştin
Li gorî rapora Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ya di Îlona 2021’an de hatibû weşandin, ji sala 2008’an heta sala 2021’an wesayîtên zirxî 20 jê zarok pê li 42 kesan kirine û van kesan jiyana xwe ji dest dane.
ŞIRNEX