Qeyûm: Dijminên Kurdatiyê

Duşem 4 Adar 2024 - 00:54

Namzetên Şaredariya Gel ên Yenîşehîrê û Agiriyê dijminatiya qeyûmên AKP’ê ya li çand, ziman û hunera Kurdî destnîşankirin û gotin qeyûm rê li madeyên hişbir û fihûşê vekiriye, aboriya Kurdistanê têk birine.

Namzetê Hevşaredariya Yenîşehîrê ya Amedê Mehmet Ergun ê ji DEM Partiyê diyar kir ku qeyûmê li şaredariyê ji aliyê aborî ve naveroka şaredariyê vala kiriye û derfetên şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe kiriye.

Namzetan Mehmet Ergun li ser pirsgirêkên navçeyê, pêşniyar û projeyên ji bo çareseriyê ji ANF'ê re axivî.

Ergun bal bire ser polîtîkayên qirkeriya çand û huner û zimanê Kurdî û got,"Rêveberiyên xwecihî qadeke xizmetê ye, divê em vê xizmetê pêşkêşî gel bikin. Mixabin di nava 8 salên dawî de ev xizmet ji gel hate standin û radestî desthilatdariyê hate kirin. Di nava pêvajoya qeyûm a 8 salan de li dijî ziman, çand, destketiyên jinê hewldanên tasfiyekirinê hatin kirin. Naveroka hemû qadên me valakirin. Em jî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî radibin û em ê destketiyên xwe jinûve bi dest bixin."

Qeyûm dijminê jinan e

Ergun bi dewamî got, "Tabelayên bi Kurdî hemû rakirin û navên wan guhertin. Li aliyê din destketiyên jinan ji holê rakirin. Ji bo jinan, ciwanan û mirovên xwedî dezavantaj û xebitandinê projeyên me hene. Qeyûm şaredarî xist binê deynan û hin dayin ji dema piştî hilbijartinê re hişt. Em xweş bi vê yekê zanin. Ji bo em nikaribin xizmetê ji gelê xwe re bikin polîtîkayeke bi vî rengî dimeşînin. Bila dilê gelê me rehet be, em ê bi projeyên xwe polîtîkayên qeyûm têk bibin. Em ê deriyên şaredariyê li xizmeta gelê xwe vekin. Şaredarî wê ya gelê me be. Em ê pêşniyar û daxwazên gelê xwe yek bi yek tespît bikin û xizmetê ji gelê xwe re bikin."

Qeyûm rê hişbiriyê û fihûşê vekir

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Agiriyê Hazar Aras û Mehmet Akkuş têkilî karê ku bikin ji MA’yê ji rojnamevan Hakan Yalçin re axivîn.

Aras diyar kir rêveberiya qeyûman dijminatî li çand û zimanê Kurdî kiriye û rê li ber bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê vekiriye û got,’’Bi polîtîkayên tayînkirina qeyûman re êrişên giran li ser ziman, çand û zayendê hatin meşandin. Navendên çanda ciwanan, navendên hevgirtinê yên jinan û qursên zimanê kurdî yên ku di nava şaredariyên me de hatin avakirin, yekser bûn hedefa polîtîkayên qeyûman. Ev saziyên me ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Paşê, pirsgirêkên pir giran di nava civakê de derketin holê. Mînak, pirsgirêka tiryakê û hişbirê ku niha ciwanên Agiriyê pê re têdikoşin. Mixabin niha furyayeke fihûşê li bajêr heye.’’

Xebatên kooperatîfî 

Akkuş jî destnîşan kir qeyûm aboriya herêmê têk biriye, têkiliyên xebatên ji bo geşkirina aboriya bajêr got, ‘’Bi taybetî jî bi navê sewalkarî û çandiniyê nehiştiye ku çavkaniya sereke ya debara bajêr bû. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan projeyên me hene. Em ê li ser xebatên kooperatîfê bisekinin. Em ê bi komîsyonên ekolojiyê yên ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê ava bikin, li hemû gundan vî karî bimeşînin. Em ê komîsyonên ku ji endezyarên çandiniyê pêk tên ava bikin. Dema ku em vê dikin armanc, pê re têkiliya gund û bajaran xurt bikin. Mînak 'projeya me ya kedîkirina sewalan' heye. Ciwanên li bajêr gihiştine asteke ku nikarin nefesê bistînin. Em ê bi hevdîtinên xwe yên bi karsazan re îstîhdamê li ciwanan zêde bikin. Ez bawer dikim ku projeyên me dê li vî bajarî bikevin meriyetê."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.