Bi rihê Newrozê bi ser dijmin de çûn

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:50

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok a li herêma Zê pêk hat eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:“19’ê Adara 2024’an di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok a li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl hatî lidarxistin de, derbeyên giran li dagirkeran hate xistin û Hevrêyên me Ekîn û Canşêr di vê operasyona şoreşgerî de bi rihê Newrozê bi ser dijmin de çûn, bi fedayiyane şer kirin û şehîd bûn. Mîlîtana bi wêrek a fedayîtiya Apoyî û têkoşîna azadiya jinê, hevrêya me ya hêja Ekîn Rodî û ewladê bi wêrek ê Efrînê hevrêyê me Canşêr Şêrawa di operasyona şoreşgerî ya ku bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî bûyîn de, careke din derseke dîrokî dan dewleta Tirk a dagirker. Hevrêyên me Ekîn û Canşêr bi ruhê fedayî yê Apoyî û bi îrade, performansa bilind û şêwazê lêdanê ya prosefyonel bûn mînaka herî şênber a meşa serketinê. Hêza têkneçûnê ya PKK’ê ku partiyeke Newrozê ye, di roja Newrozê de car din îspat kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn û Canşêr, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; em soz didin ku têkoşîna xwe ya ku hevrêyên me bi gurkirina agirê Newrozê bilind kirin, bi ser bixînin û timî bîranînên wan bidin jiyîn.

Hevrêya me Ekîn li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2014’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me dizanî ku serketina teqez di şêwazê fedayîtiya Rêber Apo ya ji bo şoreşê de ye. Li ser vî bingehî bi îdeolojiya Apoyî re bû yek û bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Her kêliya xwe ji bo pratîk û fêmkirina Rêber Apo derbas kir, lewma xeta fedayîtiyê di kesayeta xwe de da rûnişkandin. Hevrêya me di vî warî de hêmanên partiya me PKK û PAJK’ê pêk anî û bi sekna xwe ya zelal a li hemberî şaşitiyan, bû parêzvaneke xurt a xeta azadiyê.

Hevrêyê me Canşêr li Efrînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêyê me yê ku sala 2018'an piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a li dijî Efrînê rastiya qirkirinê ya dewleta Tirk nas kir, gihîşt biryardariya têkoşînek aktiftir. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me li pêşberî heqîqeta Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd timî xwe lêpirsîn dikir. Gihişt wê qenaatê şêweyê herî bi bandor ê tevlîbûnê ancax di xeta fedayîtiyê de pêkan e.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Ekîn Rodî (Dîlara Olmez), li Amedê jidayîk bûye, 19’ê Adara 2024’an li Zê şehîd bû.

Canşêr Şêrawa (Kemal Merwan Oso), li Efrînê jidayîk bûye, 19’ê Adara 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.