Qeyûm ê ku bi mebesta nasnekirina vîna rêveberiya xwecih a gelê Kurd hatin sazkarkirin weke amûrên îdolojîk ê dewleta dagirker li Kurdistanê dixebite.
Qeyûm wekî encama nasnekirina vîna Kurd van 10 salên dawî li Kurdistanê peyda bû. Dewleta Tirk piştî ku dît bi rêveberiya heşaredariya gel derfet ji bo geşbûna çand, huner, zimanê Kurdî ava dibe û her wiha li dora geşbûna çand, huner, zimanê Kurdî bîreweriya nasnameyê dibe xwedî xisletekî civakî, ev geşedan ji bo ‘’beka’’ya xwe mîna talokeyeke mezin dît, vîna Kurd tine hesiband û qeyûm anî ser şaredariyên Kurdistanê.
Ji ber vê, firazeya qeyûm jî tim li gorî armancên avabûna qeyûm diyar bûye; 1-Dijminatiya li her cure nirxên Kurdatiyê, 2-Dijminatiya li pergala hevşaredariyê,3-Dijminatiya li hişmendiya jina azad, 4-Talankirina qadên debarê yê civakê,4-Li nav ciwanên Kurd geşkirina bikaranîna madeyên tiryakê,5-Geşkirina fihûşê.
Qeyûm van polîtîkayên bi hevkariya saziyên polîs, leşker, dozger, dadger, îstîxbaratê van polîtîkayan dike. Qeyûm ji vî alî ve mîna eniya şerê dijî Kurd û Kurdistanê dixebite.
Qeyûm mîna qereqolan in
Mirov van firazeyên qeyûm li Colemerg û Geverê jî dibîne. Avahiyên xizmetê yên şaredariyên Colemêrg û Geverê ji aliyê dewletê ve veguherîn mîna qereqolê, çûyîna gel a ji bo şaredariyê hate astengkirin. Mîna ku ev têrê nake AKP û qeyûman saziyên zimanê Kurdî, çanda Kurd, jin, ciwan û kreş û dibistanên şaredariyê girtin û leşker û polîs li van saziyan bi cih kirin. Di talankeriya qeyûm a 10 salan de Navenda Jinê ya Binevş a Şaredariya Colemêrgê, Navenda Jinê ya Bervar a Şaredariya Çelê û Navenda Jinê ya Nûjîn a Şaredariya Şemzînanê hatin girtin. Her wiha li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Geverê bi Kurdî perwerde dida, bû hedefa êrîşên hêzên dewletê û hate girtin.
Dijminatiya li jinan
Saziyên ku pirsgirêkên jinan çareser dikirin û derfetên kar diafiranin, piştî dagirkeriya qeyûm hemû hatin girtin. AKP û qeyûmên dagirker ên ji jinên Kurd ditirsiyan, saziyên jinan ên şaredariyê girtin an jî radestî hêzên din ên dewletê kirin. Hin saziyên jinan ên radest nekirin jî ji jinan xalî kirin û xistin destê mêran.
Dijminatiya li Kurdî
Kiryarên AKP û qeyûmên dagirker ne tenê ev bûn. Kreşên Kurdî yên şaredariyê jî bûn hedefa dewletê. Ji ber ku li dibistanên dewletê Kurdî qedexe ye, şaredariyan kreşên bi Kurdî ava kirin û gel jî eleqeyeke mezin nîşan da. Bi sedan kesî zarokên xwe qeyd kirin, bi hezaran kes jî li benda dora xwe ya qeydkirinê sekinîn. Dijminê Kurdan AKP û qeyûm ku nekarîn xwe li perwerdeya zimanê dayikê ya zarokên Kurdan rabigirin, êrîş birin ser kreşên Kurdî. Li kreşan Kurdî qedexe kirin û kirin Tirkî. Qeyda xwendekaran jî jê birin. Dawî li karê perwedekarên zimanê Kurdî yên li kreşê anîn û piştre kreş bi temamî girtin. Her wiha navendên ciwanan ên li şaredariyên Colemêrg û Geverê jî bûn hedefa qeyûman. Ev saziyên ku li gel çalakiyên çand û hunerê pîşe jî hînî ciwanan dikirin, hatin girtin.
Xelkê Colemêrgê xwe amade dike ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bersiva pêwîst bide AKP'ê û qeyûman.
ANF/ COLEMÊRG