Qey ne heps lê dadgeh in!

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 02:07

  • Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê Emrullah Bîlîk diyar kir ku Desteyên Çavdêrî û Îdareya Hepsan ketine şûna dadgehan û biryaran didin. 

Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê Emrullah Bîlîk diyar kir ku Desteyên Çavdêrî û Îdareya Hepsan ketine şûna dadgehan û biryaran didin. 

Girtiyên li Hepsa Mêrdînê ya Tîpa E têkildarî binpêkirinên mafên xwe yên wek “dermannekirinê”, “desteserkirina kargo û rojnameyan”, “astengkirina berdana girtiyên cezayê wan xilas bûye” miracaetî îdareya hepsê kiribûn. Li ser vê, Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê ket tevgerê. Komîsyonê ji bo lêpirsîna mijarê, miracaetî Serdozgeriya Komarê kir û xwest dane bi wan re bên parvekirin.  

Îdareya Hepsa Mêrdînê bersiva miracaeta hepsan da. Îdare îdîa dike ku têkildarî astengkirina berdana bi şert di çarçoveya Qanûna Derbarê Înfaza Tedbîrên Heps û Ewlehiyê de dibe, girtî tên dermankirin, kargoyên ji bilî PTT’ê ew naynin hepsê. Heps dibêje, pêdiviya wan bi lêpirsîneke taybet heye ku hîna dewam dike. 

Rastî li ku bersiva îdarê li ku 

Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê, Emrullah Bilik got, bersivên îdareya hepsê, ne bersiv in. Wî got, binpêkirinên mafan bi dawî nebûne û ew bi fikar in ku wê dewam bikin. Bilik got, bersiva îdareya hepsê rastiyê nîşan nade. 

Bilik da zanîn ku girtiyên cezayê wan qediyaye û bi îdiaya “halê baş” nayên berdan, ne qanûnî ye û mafê azadî û ewlehiyê yên girtiyan hatiye binpêkirin. Wî got, îdareya hepsê bi bersiva xwe ketiye şûna dadgehan. 

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.