Qetilkirina rojnamevanan hate rûreşkirin

Duşem 26 Tebax 2024 - 02:35

  • Li Seyîdsadiq a Silêmanî şehîdbûna rojnamegerên jin ên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ya  bi suîkasta terorî ya dewleta Tirk ji alî Kurdistaniyên li Ewropayê ve hate şermezarkirin. Di çalakiyên şermezariyê de bang li qada navnetewî hate kirin ku li dijî êrîşên terorî yên Tirk helwestê nîşan bidin. 

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi hêrsa qetilkirin rojnamevanên çapemeniya azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn xwe berdene kuçe û kolanan, terora Tirk û hevkariya Barzaniyan a bi vê terorê şermezar kirin. 

Li Marsîlyayê Kurdistaniyên ku hatin cem hev ku bi banga DTM’ê û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hatin cem hev terora Tirk a li ser rojnamegerên çapemeniya azad şermezarkirin û her ji ber hevkariya Barzaniyan a di vê êrîşê de gotin divê malbata Barzanî zanibin ku ew ê ji holê rabin.

Darmstad

Kurdistaniyan li Darmstadê û Luîsenplatzê yên Elmanyayê ku êrîşa li ser çapemeniya Kurd şermezarkirin gotin çapemeniya azad wê dev ji qelem û kamereyên xwe bernede. Di çalakiyê de wêneyên rojnamegerên şehîd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin rakirin.

Zurîh

Li bajêrê Zurîh ê Swîsreyê  Kurdistanî li Qada Helvetiayê hatin cem hev û êrîşa Tirk a bi hevkariya îstîxbarî ya malbata Barzanî şermezar kirin. 

Di çalakiya şermezarkirinê de bang li sazî û dewletên navnetewî hate kirin ku komkujiya li ser gelê Kurd were sekinandin û hate gotin,‘’ Ev êrîşên dewleta Tirk bi destûrdayîna qada hewayî ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên destekkirin ku ev yek ji bilî hevkariya qirkirinê ne tişteke din e. Dewleta Tirk vê destûrê bi taybet ji bo ku êrîşên SIHA’yan yên ku sivîl û jinên Kurd hedef digire, bi kar tîne.’’

Stockholm

Li Stockholmê jî Kurdistnaî li pêşiya Ahnlensînê hatin cem hev û gotin dewleta Tirk a di bin serokatiya AKP’ê de li gel hevkariya Barzaniyan êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine û bang li hemû welatan kirin ku tavilê dest bi liv û tevgerê bikin û xwepêşandanên protestoyî li dar bixin.

Basel

Li Baselê ya Swîsreyê Kurdistaniyan xwe berdane meydanan û terora Tirk a li ser çapemeniya azad şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hate rakirin.

PARÎS

Li bajarê Parîs ê Fransayê qetilkirina rojnamegerên Kurd ên jin hate şermezarkirin, di axaftinan de ev peyam hate dayin: ‘’Hûn dikarin qetil bikin lê belê vîna me gelekî xurt e ku hemû cihan bibe yek û êrîşê li me bike jî nikare fikrên Rêber Apo tune bikin.’’ Her wiha di çalakiyê de ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifa hate xwestin.

Kîel

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê jî ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyeke bi Elmanî hate dayîn û di daxuyaniyê de dewleta Tirk û hevkarê wê PDK hatin teşhîrkirin.   

Frankfurt

Bi dehan Kurdistaniyên ku bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê li Frankfûrtê li hev civiyan, êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnemevanên li Silêmaniyê protesto kirin.

Lîmasol

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo rojnemevanên ku bi piştgiriya Barzaniyan ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, meş û mitîng hat lidarxistin.

Swîsre

Li bajarên Cenevre, St. Galle û Raperswil ên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin û Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di çalakiyan de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser kedkarên çapemeniya azad hate şermezarkirin.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, Kurdistanî li parka Rue Elisabeth-Baulacre li hev civiyan û Roja Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Çalakiya ku piştî nîvro destpê kir heta derengiya şevê dewam kir.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn destpê kir ku di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ew ê her tim bi kedkarên çapemeniya azad re bin û hate gotin,’’Em careke din ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin. Hûn nikarin têkoşîna azadiyê asteng bikin. Heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin em ê nesekinin."

Her wiha li ST .Gallenê û Raberswîlê jî suîkasta terorî ya Tirk a li ser rojnmavenên jin hate şermezakirin û ji bo malbatên şehîdan sersaxî xwestin.

Rûsya

Rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên herdu şehîdan û gelê Kurd re hate xwestin û hevkariya PDK'ê û malbata Barfzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi tundî hate şermezarkirin.

Di axaftinan de hate gotin,’’Êriş bi piştgirî û alîkariya îstîxbarata PDK'ê pêk hat û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.