Qeter li Efrînê qirker e

Duşem 20 Sibat 2023 - 03:04

Heyeteke bi serokatiya sefîrê Qeterê yê Tirkiyeyê Muhemmed Nasir Bin Casim el-Sanî, şemiya bihurî (18.02.2023) çû navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî. Rayedarên çeteyên ser bi dagirkeriyê bi heyetê re geriyan. Çavkaniyeke bawerî pê bê jî li ser serdanê agahdarî dane malpera nûçeyan Target Platformê. Li gorî van agahiyan, dewleta Qeterê dixwaze rola xwe ya di qirkirina Kurdan a li Efrînê dewam bike. Yanî fermî, heyetê karên rêxistinên Qeterî teftîş kirine û Qeter ji bo avakirina warên nû ji bo dagirkeran planên xwe jî dewam dike.

Li van warên ku Qeter ava dike, malbatên çeteyên dagirker ên ser bi dewleta Tirk tên bicihkirin.

Dewleta Tirk ji 18´ê Adarê ve, yanî ji dagirkirina Efrînê bi sedê hezaran malbatên çeteyan li Efrînê bi cih kirine û di heman demê 300 hezar Kurd jî ji Efrînê kirin der. Vegera Kurdan a li Efrînê tê astengkirin û warên nû ji bo dagirkeran tên avakirin.

Piştî erdheja 6´ê Sibatê jî li Efrînê û nexasim jî li Cindirêsê, cudakariya li dijî Kurdan dewam kir. Di xebatên rizgarkirina ji bin xirbeyan û belavkirina alîkariyan de Kurd tine hatin hesibandin. Alîkariya ku xizmên wan ji derve ji wan re şandin jî, hat desteserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.