Qereqol jî hejarî jî dikujin

Sêşem 2 Adar 2021 - 01:30

ZEYNEP NÊRGIZ BOTAN
ROJNEWS/SILÊMANÎ

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber polîtîkaya dewletê, krîzeke mezin a aborî heye. Ev krîza aborî herî zêde bandor li hejaran dike. Mînaka herî sereke jî ew e ku gel nikare nan bibe mala xwe. Nanê herî erzan bi hezar tumenî ye, malbateke ku ji 5 kesan pêk tê rojê 15 nanan dixwe. Ji bo malbateke piçûk bi tenê ji bo nan 3750 tumen hewce ye. Fatûreya elektrîkê mehê herî kêm 35 hezar tumen e. Gaz carinan dibe 180 hezar tumen. Av jî 40 hezar tumen e. Bihayê penîr di navbera 15 û 20 hezar tumenan de ye. Di van şertan de gel şerpeze dibe, ji ber ku nikare nan jî bikire. Dewlet bi navê ‘Yarane’ alîkariyeke civakî dide gel ev jî mehê 45 hezar 500 tumen e. Alîkariya dewletê jî tenê yan têra mesrefa avê yan jî ya gazê dike û ew jî ji şirkjetên dewletê re ye.

Xwekuştin zêde dibe

Serjimara Îranê niha 85 milyon e. Li gorî qeydên fermî ji sedî 70’ê vê serjimarê bêkar in. Ji sedî 60’ê wê jî di bin sînorê hejariyê de ne. Rêjeya xwekuştinên ji ber hejarî û birçîbûnê jî zêde dibe. Li Îranê hejmara mêrên ku xwe dikujin ji ya jinan zêdetir e. Krîzeke civakî heye. Li hemberî vê rewşê ti projeya dewletê ya ji bo hejaran tine. Dewlet li Kurdistanê bala xwe daye ser avakirina qereqolan. Îran dixwaze Kurdan ji zaroktî ve bike kadroyên xwe, li ser gel vî tiştî ferz dike. Yek ji projeyên din ên dewletê jî ew e ku li ser navê xweparastinê rêxistinbûna leşkerî zêde bike.

Xelkê Rojhilat polîtîkayên sîxurtiyê yên dewletê pûç dike. Bi çêkirina gezo, benîştê kizwanê, mazî û simaqê û bi çandinî û sewalkariyê xelk debara xwe dike. Gel ji neçarî kolberiyê jî dike, lê dema ku kolberiyê dike, pasdar êrişî wan dike.

Herçî dewlemendiya binerdê û sererd a Kurdistanê ye, xelk bi pirranî jî bêpar tê hiştin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.