Qencî qencî ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 05:50

ERDAL ALIÇPINAR/ABÎDÎN ÇETÎN

 

Filma “Elîf Ana” 8'ê Kanûnê li Ewrûpayê tê nîşandan. Galaya filmê 25'ê Mijdarê li Parîsê hat kirin û piştî bi rojekê jî promiyera Elmanyayê ya filmê li Dusseldorfê hat kirin. 

Elîf Sugan yan jî bi navê xwe yê belav Elîf Ana, di warê bawerî û çanda Elewî de fîgureke giring e. Elîf Ana sala 1991'ê rehmet kiribû. Filma bi derhêneriya Kazim Oz û Semir Aslanyurek, bi şîara “Qencî qencî ye” tê nîşandan. Gala û promiyera filmê ya mişt, bi beşdariya derhêner Kazım Oz û Semir Aslanyürek, çêkerên filmê Okkeş Sevimli û Kazım Çarman, û aktor û aktrîstên filmê Sadik Gurbuz, Orhan Aydın, Îlyas Salman, Aliye Uzunatağan, Sermiyan Midyat, Ali Surmeli, Necmettin Çobanoglu, Levent Uzumcu û Hulya Diken jî beşdar bû.

Şirketa produksiyonê Life is a Movie AG xwe dabû ber çêkirina filma Elîf Ana. Galaya wê li hola Pathe Gaumont a li Parîsê hat kirin. Li Hola UFA Palast a li Dortmundê jî promiyera filmê ya Elmanyayê hat kirin.

Dîmenên filmê ji serî heta binî li Mereşê hatin girtin. Aliye Uzunatagan rola Elîf Ana dike. Film li ser Elîf Sugan e; ew sala 1903'yan li gund Pûlyan ê Markaz a ser bi Mereşê hatiye dinê. Ji zarokatiyê heta mirina wê, film behsa kerametên wê dike.

 

Meseleyeke 100 salî

Kazim Oz dibêje, “Ji bo ku em karibin meseleyeke 100 salan di nava filmekê de bidin, me gelekî xwe êşand.”

Oz got, vegotina gel û baweriyên mezlûm herî baş bi huner dibe: “Nimûneya vê ya herî baş ew film in yên ku behsa qirkirina Cihûyan dikin. Bawerî mijareke welê ye ku zehmet e mirov di sînemayê de behsa wê bike. Em di warê baweriyê de xwedî helwêsteke ne siyasî lê hunerî ne. Me xwest ne ku tenê Elewî û mirovên elaqedar lê binihêrin, lê mirovên ji nasnameyên din jî lê temaşe bikin.” 

 

Pêşhukm şikestin

Oz got, wan karî di nava ekîpa filmê de jî hin pêşhukman betal bikin: “Hevalên me yên ku gotin, min Elewîtî wiha nas nedikir, çêbûn. Lewma ji derve ve lê dinihêrin, û aliyê meseleyê yê siyasî jî heye. Helwêsteke hesas a meseleyê heye. Bi vê filmê me xwest em karekî ji dil bikin û van pêşhukman bişikînin. Di şexsê Elîf Ana de me hewl da em behsa dîrokekê, çandekê û felsefeyekê bikin.”

 

Filmek li dijî sîstemê

Ji çêkerên filmê Okkeş Sevimli jî got, “Di filma Elîf Ana de kîjan aktor û aktrîstê senaryo xwend, di cih de xwest tê de cihê xwe bigire. Orhan Aydin gelekî destek da me. Me Elîf Ana ne weke sêhrbazekê nîşan neda. Jixwe ew ne miroveke wiha bû. Elîf Ana nedixwest ti kes xirab û neqenc be, wê qencî li hawîrdora xwe dikir. Me hewl da vê li sînemayê nîşan bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.