Qehremaniya agirkujên Los Angelesê

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Çile 2025 - 00:27

Beriya hefteyekê li Los Angelesê agirekî mezin vêket û hîna jî ev agir venemiriye. Pêşî agir bi daristanê ket û paşê jî hemû bajar da ber xwe ev agirê mezin. Di dema şewata daristan û bajaran de kesên ku pêşî xwe digihînin hewarê û alîkariyê bi insanan re dikin agirkuj in. Yanî ew kesên ku agir vedimirînin.

Ev kesên ku peywira wan vemirandina agir e, hin caran jiyana xwe dixin xetereyê da ku insan û heywanan ji nav agirê mezin xelas bikin. Di agirê mezin ê Los Angelesê de jî qederê 7 hezar û 500 agirkuj hazir bûn û alîkariyê dan insan û heywanan. Ji bo rê li ber agir bigirin ji welatên nêz jî gelek agirkuj çûn hewara Los Angelesê.

Em hemû dizanin ku agirkuj qehreman in. Di agirê mezin ê Los Angelesê de jî ev qehremanî şênber bû. Dîmenên ku li dinyayê belav bûn agir bi dilê insanan xist! Ev qehreman gelek kesên ku di malên xwe de asê ma bûn ji agir xelas kirin. Her wiha gelek heywanên ku di tengasiyê de bûn jî dîsa bi destê van agirkujan xelas bûn. Hunermendên li dinyayê vê qehremaniyê jibîr nekirin û bi xêzên xwe fedakariya agirkujên Los Angelesê nîşan dan. Va ye çend nimûne ji van xêz û îllûstrasyonan ên hunermendên xwedî hesasiyet.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.