Malbata Kurd a ku maske ji Belçîkiyan re dirûtîn, niha li ber dersînorkirinê ye.

Malbateke Kurd a ji Rojava di destpêka pandemiyê de li Belçîkayê maske dirûtin û bêpere li xelkê belav kirin. Hingê çapemeniya Belçîkayê gelekî behsa wê malbatê kir. Niha rayedarên Belçîkî dixwazin wê malbatê dersînor bikin. Ji du endamên malbatê re, dewletê nameyên "welat biterikînin" şandin.

Hesen Hesûn bavê 3 zarokan e. Tevî hevjîna xwe di ser Yewnanistanê re pena xwe gihandiye Belçîkayê. Dapîr û bapîrê zarokan û metikeke wan jî li Belçîkayê penaber in.

Rayedarên dewleta Belçîkayê nameyên "welat biterikînin" ji dapîr û bapîr re şand. Belçîka dixwaze wan dersînorî welatekî din  ê Ewrûpî bike. Tevî ku halê hazir ji ber pandemiyê sînor girtî ne. Belçîka dixwaze di wan sînorên girtî re van penaberan dersînor bike. Ji ber ku di destpêka pandemiyê de ev malbat hatibû naskirin, ji bo rawestandina dersînornekirinê welatiyên Belçîkî kampanyayek daye destpêkirin. Malbat dibêje, ew tenê dixwaze bi malbatî bi hev re bimîne li Belçîkayê û endamên wê ji hev neyên qutkirin.

BRUKSEL