Qehremanê Girê Qertel
Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:58
- HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got “Hevrê Yilmaz ê ku bûbû sembola berxwedana Girê Qertel, ji ber gaza kîmyewî ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû.”
HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got “Hevrê Yilmaz ê ku bûbû sembola berxwedana Girê Qertel, ji ber gaza kîmyewî ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû.”
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê gerîlayê li Girê Kartalê yê Avaşînê şehîd bûye, got.
“Artêşa mêtinger di 27’ê Cotmeha 2021’ê de li Girê Qertel a Avaşînê êrişeke dagirker dabû destpêkirin. Li vir di şexsê hevrê Yilmaz Girêsor de berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Artêşa dagirker nekarî vê berxwedana dîrokî bişikîne û bi bikaranîna çekên kîmyewî xwest encamekê bistîne. Di vê êrişa dermirovahiyê de hevrê Yilmaz şehîd bû.”
HPG´ê li ser şehîd Yilmaz Girêsor got, “Hevalê me Yilmaz li Sêwregê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ew sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bû, tecrûbeya xwe ya jiyanê zû li jiyana gerîla anî û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Salên 2018-2021’ê de li herêma Avaşînê ma. Li Avaşînê di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû û di van çalakiyan de derb li dijmin hate xistin. Di şer de jî mîna bazekî bi helwêsta xwe ya tund bi rêbaza encamgiriyê bi ser dijmin de çû û bû milîtanekî mînak.
Hevrêyê me Yilmaz, ku di êrişa dawî ya dijmin a li ser Avaşînê de li qada Girê Qertel bû û bi erka fermandariya çeperên li vê deverê radibû. Tevî ku dijmin bi her cûre teknîkê êriş kir, bi mîlîmekê jî paş ve gav neavêt, dijmin dîn û har kir. Di encama êrişên kîmyewî yên dijmin de sembola Berxwedana Girê Qertel hevrê Yilmaz, piştî gazên kîmyewî yên jihişbirinê hatin bikaranîn, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû.
Em ji malbata hevrêyê xwe Yilmaz û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku bibîranîna şehîdan bi serketinê tacîdar bikin û em ê sekna Yilmaz Girêsor timî ji xwe re bikin mînak.”
Nasnameya şehîdê Girê Qertel wiha ye:
Yilmaz Girêsor (Mîkaîl Şenateş) ê li Rihayê ji dayik bûye, kurê Hawa û Huseyîn, 27’ê Cotmeha 2021’ê li Avaşînê şehîd bû.
BEHDÎNAN