Pitirpêr li bajarê Elmanyayê Wurzburgê, zilamekî bi kêrekê êrişî xelkê kir û 3 jin qetil kirin û 6 kes bi giranî û herî kêm kesekî din jî bi sivikî birîndar bûn di êrişê de. Dîsa ji ber ku êrişkar Misilman bû, pêşhukma, êrişeke tundrawên Îslamî derket pêş. Lê zûzûka eşkere bû ku êrişkar di warê psîkolojîk de nexweş e.
Axir di êrişa pitirpêr de hin kesan hewl da pêşiyê li êrişkar bigirin. Yek ji wan eskerekî di iznê de bû. Yekî din jî Kurdekî ji Rojhilat bû. Yê ku bi rastî êrişkar sekinand ew bi xwe bû. Wî bi çenteyê di destê xwe de, pêşî li êrişkar girt. Paşê hin kesên din jî weke wî kirin, bi kursiyan û darikên melkesan heta polês hat, nehiştin êrişkar xwe tev bide. Polês jî piştî ku êrişkarê ji Somaliyê ji paqa wî birîndar kir, karîbû bigire.
Redaktorê rojnameya FAZ´ê yê Bayernê Timo Frasch da wêneyekî penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê parve kir û got, ew hîna nû 17 meh in hatiye Elmanyayê.
FRANKFURT