Qedrê nivîskaran bigirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Sibat 2021 - 03:14

  • Min bihîstiye, nivîskarek bi xwe re hevpeyvînan dike û wan belav dike. Niha li seranserê Kurdistanê kesekî wî nas neke, nîne.

ŞOREŞ REŞÎ

Hinek nûser henin ku ji bo çanda Kurdan zêde serê xwe neêşandibin jî nav û dengê wan li erd û ezman belav bûye; navdar in û navê wan li ser zimanê her kesî ye. Nizanim ew şens e, qabîlîyet e yan jî ew baş dizanin ku mirov çawa danasîna xwe dikin… Lê hinek nivîskar û lêkolînêr jî hene ku bi rastî dikevin nava rehê çanda Kurdî, jiyana xwe dibexşînin, kedeke mezin didin, zehmetî û xizaniyên mezin dikişînin, gund bi gund, çiya bi çiya digerin; mîna mêşa hingiv dilop bi dilop çanda qedîm berhev dikin û berhemên xwe dinivîsînin lê dîsa jî kes wan nas nake û berhemên wan jî biqasî tê xwestin belav nabin.

Nivîskarê bi xwe re hevpeyvînan dike

Min bihîstiye, nivîskarek bi xwe re hevpeyvînan dike û wan belav dike. Niha li seranserê Kurdistanê kesekî wî nas neke, nîne. Rojnamevanekî nas dikim, bawer bikin, mêrik nikare hevokekê bê şaşî binivîse, lê ew kirin “rojnemevanê mezin”. Wekî din di meydana wêjeya Kurdî de jî hinek grup hene, ew bi pirranî li dora herêmên xwe kom dibin. Heger tu ji wê herême bî, pirsgirêk nîne, helbestek jî nivîsîbe, ew ê navê wî/wê heta ezman bilind bikin. Lê heger tu ji derveyî herêma wan bî û bi devê xwe çûkan jî bigrî, şensê te nîne.

Koma sêwiyên çanda Kurdî

Nivîskar û lêkolînêrê Kurd, Mehmet Oncu jî dikevê nava ewên li derveyî herêman, yan jî ew, ew kes e ku dikeve nav rehê çanda Kurdî, lê kes wî nas nake! Mirov dikarê kesên bi vî rengî texê nav `koma sêwîyên çanda Kurdî!´ Mirov nizane bi vê rewşê bigirî yan bikene! Lê ez jî xwe dikim nava ve kategoriya sêwîyan.

Lêkolîner û nivîskar Mehmet Oncu, Kurdekî ji bajarê Semsûrê ye. Jîyana xwe di nava kultura Kurdî de derbas kiriyê û ji 20´an zêdetir berhem nivîsîne. Bi rastî jî ked daye û di her warê çanda Kurdî de berhem belav kirine. Ez pê serbilind bûm. Her herêmeke Kurdistanê hewcedariya xwe bi Mehmet Oncuyan heye! Ew ji bo me û kultura me xezîneyên bê hempa ne! Ez meraq dikim, çima sazî, rojneme, xelatbelavkar, xwendevan, van kesan nabînin û qedrê wan nagirin? Ew jî kêmasîyeke civaka me ye ku kesên bingehê çanda me derdixin holê, wê ji nû ve ava dikin, qewî dikin, nabînin û kesên ketine dû popularîteya xwe dibînin.

Bi riya hevalekî min birêz Mehmet Oncu nas kir. Hemî berhemên wî xwestin û dema min paketa hatî vedikir û pirtûk je derdexistin, her cara min yek derxistî min digot, “Her bijî!” Zêdetirî 20 berhemên rengîn, yek ji ya din baştir û balkeştir bû. Mala te ava Mehmet Oncu, destên te xweş bin û berhemdar bî! 

 

Berhemên Oncu

Berhemên M. Oncu ev in:
-Çîrokên Kurdan I û II
-Gotinên Pêşîyan
-Mêhrîmah (Çarîn)
-Ezîze (Çarîn)
-Eware (Çarîn)
-Meyîr (xwarin)
-Yeklo, duklo, Dumbazê
-Çîrokên Efsanewî yên Kurdan
-Ferhenga Biwêjan
-101 Biwêj, 101 Çîrok
-Cemîle (xwarin)
-Ji Kaniya Dil (Çarîn)
-Ji Deftera Kurdekî
-Şihîna Hespan (roman)
-Ferhenga Devoka Semsûrê
-Serpêhatî û Serboriyên Kurdan 
-Gotinên Pêşîyan I-II-III-IV 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.