Qedexekirina PKK’ê piştgiriya DAIŞ’ê ye

Şemî 25 Mijdar 2023 - 01:30

  • Dr. Kemal Sîdo: Êrişên li dijî PKK’ê bi giştî Kurdan û hindikahiyên din lawaz dikin, DAIŞ û îslamîstên tundraw ên Erdogan piştgiriya wan dike, kêfxweş dike.

Saziya civaka sivîl a Elman, Komeleya Gelên di Tehlûke li ser wan (GfbV), bal bire ser wê yekê ku biryara qedexekirina PKK’ê ya 30 salan, dihêle ku piştgiriya bi gelê Kurd re bê krîmînalîzekirin û xwest dawî li vê qedexeyê were anîn. Pisporê Rojhilata Navîn ê GfbV´yê Dr. Kemal Sîdo da zanîn ku piştî qedexekirina PKK’ê ya li Elmanyayê, zextên ku ji 27’ê Mijdara 1993’yan ve dewam dikin, ti pirsgirêk çareser nekirine û got, “Me di salên dawî de bi caran bang kir da ku ev qedexe bi dawî bibe. Li hemberî van bangên me, hikûmeta federal, bi rengekî bi biryar li kêleka dewleta Tirk cihê xwe girt û li gel şideta li dijî Kurdên li Tirkiyê, ji bo şerên li bakurê Sûriyeyê ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û êrişên li hemberî Bakurê Iraqê, bi xweşbînî nêzîk dibe. Divê rayagiştî ya Elman, destûrê nede ku qedexekirina PKK’ê ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re a li hemberî Erdoganê zalim û îslamîstên radîkal, were krîmînalîzekirin, bê bikaranîn.”

Elmanya êrişên li dijî Kurdan nabîne

Dr. Kemal Sîdo ku li bajarê Gottingenê yê Elmanya daxuyanî da, diyar kir ku hikûmeta federal, bi qedexeya PKK’ê, ji bo Tirkiyê bê şert, ji bo piştgiriya siyasî, dîplomatîk, aborî û leşkerî, hincetan ava dike û got, “Ger hikûmeta federal, ewqasî bi siyaseta PKK’ê re elaqedar bibûya, wê herî kêm carekê be jî, binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ya li hemberî Kurdan û hindikahiyên din û sûcên şer yan jî her du dagirkeriyên ku li bakurê Sûriyê dike û hiqûqa navneteweyî binpê dike, bixista rojeva saziyên navneteweyî.”

Şerê ji bo mirovahiyê nayê dîtin

Qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê, dihêle ku ew serketina Kurdan a li dijî DAIŞ’ê yan jî li hemberî heman hêzên weke wê, neyên dîtin û got, “Ji ber qedexekirina PKK’ê, Kurdekî li Elmanyayê, heger di çalakiyekê de ala YPG’ê hilgire, derdixin pêş dadgehê. Ev qedexe ji bo QSD ya ku şer dike li hemberî qaşo ‘Dewleta Îslamê’ û komên îslamîst ên tundraw jî lê ye. QSD li herêmê hêzeke aramiyê ya girîng e û ji bo ewlekariya Îsraîlê jî girîng e. Astengkirina alîkariya mirovî ya ji bo Kurdên li bakurê Sûriyeyê û Tirkiyeyê ketine ber êrişan, bi qedexekirina PKK´ê tên rewakirin.”

Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo got, “Êrişên li hemberî PKK’ê bi giştî Kurdan û hindikahiyên din lawaz dike, DAIŞ û komên din ên îslamîst ên radîkal ku Erdogan wan bi hez dike û piştgiriya wan dike, bi hêz dike.”

GOTTINGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.