• Dr. Gisela Penteker: Qedexekirina PKK’ê û qedexekirina sembol û alayên Kurdan minaqeşeyeke maqûl asteng dike li ser daxwazên heq ên Kurdan ên ji bo naskirina çand, dîrok û aîdiyeta wan a miletî.

Dr. Gisela Penteker bijîşkek e li eyaleta Niedersachsenê û ji dehsalan ve di nava tevgera Aştiyê de cihê xwe digire. Ew berpirsa maseya Tirkiyeyê ye li cem  Beşa Elmanyayê ya Rêxistina “Bijîşkên Navneteweyî ji bo pêşîgirtina li şerê atomî, bijîşkên xwedî berpirsiyariya civakî  (IPPNW) ye.  Ew wekî din di nava Geflüchtetenhilfe (alîkariya ji bo penaberan) çalak e. Ew bi vî awayî ji mêj e diçe Bakur, Başûr û  Rojavayê Kurdistanê. Azadî e.V. bi Dr. Gisela Penteker re peyiviye ku balê dikişîne ser qedexekirina PKK’ê û encamên wê yên neerênî hem ji bo civaka Kurd û hem jî ji bo Elmanyayê.  

Ew dibêje du sedeman kiriye ku ew bi meseleya Kurdistanê dakeve. Yek ji sedeman karê wê yê bi penaberan re û sedema din jî di nava IPPNW’ê de wan hewl daye bi rêya nimûneyeke nêzîk, tesîrên siyaseta Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Elmanyayê li ser şer fêm bikin. Ev nimûne jî bûye şerê qirêj ê dewleta Tirk û berxwedana miletê Kurd. 

Ew rexneyan li welatên rojava, nexasim jî li YE û Elmanyayê digire ku bi hevkariya eskerî, firotina sîlehan û desteka malî, her wiha bi hevkariya di nava NATO’yê de ew dibin şirîkên sûcên dewleta Tirk di dema şerê li dijî Kurdan. Ew bi bîr dixe ku Elmanyayê sîlehên artêşa Elmanya Rojhilat (DDR) piştî yekbûna herdu Elmanyayan diyarî dewleta Tirk kirine û di serdanên xwe yên destpêka salên 90’î de encamên vê li Bakurê Kurdistanê dîtine. Ew wiha dewam dike: “Nexasim jî hevalên me yên mêr di dema serdanan de hewl didan wêneyên baş ên panzerên artêşa DDR (NVA) bigirin, ew nexasim jî ji neynika wan a derve dihatin naskirin. Tevî ku qedexe bû, wan hewl dida wêneyên wan ên baş bigirin. Em hingê ewqasî safdilî bûn ku me bawer dikir, heger em îsbat bikin ku ev panzer li herêmên Kurdan li dijî xelkê tên bikaranîn, hingê wê di firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve tiştek biguhere.”

Ew bi bîr dixe ku DAIŞ‘ê jî sîlehên NATO’yê bi kar anîne, wan ev yek tevî parlamenterê berê yê Die Linke, Jan van Aken sala 2014’an li Rojava îsbat kiriye. Tankên Leopard ên Elman ên ku her kesî dîtin çawa bi wan Efrîn û Serêkaniyê hatin dagirkirin jî mînaka din e ku ew bi bîr dixe.

Dihevgihiştina civakî bombe dikin

Li ser hevkariya Elmanyayê bi dewleta Tirk re û di vê çarçoveyê de zextên wê yên li dijî miletê Kurd, ew dibêje, “Zextên li dijî komeleyên Kurd û çalakgerên doza Kurdî yên li Elmanyayê hemûyan, ez weke şaşiyeke mezin dibînim. Bi ya min ti maneya siyasî di nava vê de nîne ku mirov rabe temamê komeke mirovan li vî welatî bixe ber zen û gumaneke giştî. Û bi vê întegrasyon û dihevgihiştina wan a civakî jî tê bombekirin. Qedexekirina PKK’ê û qedexekirina sembol û alayên Kurdan minaqeşeyeke maqûl asteng dike li ser daxwazên heq ên Kurdan ên ji bo naskirina çand, dîrok û aîdiyeta wan a miletî.”

Ew çêkirina dîmekî giştî yê Kurdan di nava çapemeniya Elman û pê re jî di nava civaka li Elmanyayê de weke “malbatên mezin ên sûcan dikin, bazirganên narkotîkê û terorîstan” rexne dike û wiha dipeyive: “Di nava civaka Elman de ev dîmen gelekî belav e û bi israr jî xwe digire; tevî ku di meydana giştî de îro roj di nava çapemeniyê, siyasetê, sendîkayan, û gelek beşên din de Kurdên perwerdebûyî û di nava civaka me de angajebûyî hene jî, pirraniya caran ew weke Kurd nayên dîtin.” 

Ew bi bîr dixe ku IPPNW endamê kampanyaya ji bo betalkirina qedexekirina PKK’ê ye û di vê çarçoveyê de hewldanên wan hene, lê pirraniya caran kêmtesîr in. 

NAVENDA NÛÇEYAN