FIRAZ BARAN/KOLN
Bi banga Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) saziyên ser bi KCDK-E´yê li Gara Koln Deutzê civiyan. Li vir daxuyaniya hevpar a 50 rêxistinên Kurdistanî û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk hat dayîn. Piştî daxuyaniyê, KCDK-E´yê kongreya xwe li dar xist û hevserokên xwe hilbijartin.
Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç got, "Me dê îro kongreya xwe li dar bixista, lê qedexe kirin. Lê ev ne nivîskî bû. Xala 1´ê ya Destûra Elmanyayê dibêje, rûmeta mirovahiyê nabe ku bê binpêkirin. Xala wê ya 6´an jî dibêje, "Reng, ziman û dînê wê/wî çi dibe bila bibe, her kes dikare fikra xwe îfade bike û xwe bi rêxistin bike. Em niha ji hikûmeta Elman dipirsin, ma hûn naxwazin Kurd xwe birêxistin bikin? Konseya Ewrûpayê sereqet behsa azadî û demokrasiyê dike. Li Rojhilata Navîn yê ku van nirxan diparêze, gelê Kurd e. Wî çaxî hûn çima pişta gelê Kurd nagirin? Ma Kurd nakevin ber vê xala Destûra Elmanyayê? Heger ev xalên hanê ji bo Kurdan nabin, wê jî bibêjin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bêhtir têbikoşin. Gelek dostên me ji bo destekê bidin me hatin. Senatorê berê yê ji Îtalyayê, 82 salî ye, rabû hat û biryara qedexeyê protesto dike. Komale, YNK, Gorran jî di navê de 50 rêxistinên Kurdistanî û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a 20 sazî tê de jî li cem me ne. Di sedsala 21´ê de têkoşîna hevpar wê Kurdistanê bike yek. Em ji Elmanyayê dipirsin: Hûn çima bi ya Destûra xwe nakin?"
Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksungur jî got, "Elmanya çima ji me ditirse? Em nûneriya 409 saziyan û 3 milyon Kurdî dikin. Niha, li vê derê jî bi sedan maşînên polêsan dor li me girtiye. Elmanyayê heyeta aştiyê ya diçû Başûrê Kurdistanê jî asteng kir. Çima? Gelo Elmanya pê re ye ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike? Em qedexekirina kongreya xwe rûreş dikin."
Elmanya dibe weke Tirkiyê
Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut jî got, "Bi qedexekirina kongreya KCDK-E´yê, bi Erdogan re heman rêbazan bi kar tînin. KCDK-E saziyeke fermî ye.
Kongreya xwe li derve kir
KCDK-E´yê li heman cihî kongreya xwe li dar xist û peyama salon ên we ne, lê kolan ên me ne da. Di kongreyê de Fatoş Goksungur û Yuksel Koç dîsa weke hevserok hatin hilbijartin. Hevserokên KON-MED´ê Zubeyde Zumrut û Engin Sever, Nadiy Salih, Hamit Biten, siyasetvan Nursel Aydogan, Murat Ceylan, Ehmed Kobanî ketin rêveberiya KCDK-E´yê. Îsmaîl Parmaksiz kete desteya teftîşê û Cuma Swîsre û Vedat Bingol ketin desteya disîplînê.