• Ebdulkerîm Omer diyar kir ku desthilata PDK'ê nûnerên "Îtîlafa Sûriyê" ku sîwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e, pêşwazî dike û nûnerên Rêveberiya Xweser digire. 

 

EKREM BEREKAT
QAMIŞLO

 

10’ê vê mehê desthilata PDK'ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê, girtin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD girtina endamên xwe şermezar kir û banga berdana wan kiribû. 

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkrîm Omer got: "Gelê Kurd di deh salên dawî de roleke gelekî mezin di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê de lîst, em û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîn Rêveberiya Xweser ava bikin."

Omer diyar kir ku ew bi hêvî bûn, hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê destek bidana Rêveberiya Xweser û got: "Di demeke wisa hestiyar de ku dewleta Tirk êriş gelê Kurd û destkeftiyên wê dike, ji dagirkirina bajarê Efrînê dest pê bike, heta Girê Spî û Serêkaniyê, guhertina demografîk ku pêk tîne, heta êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê, me hêvî dikir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê destek bidaya Rêveberiya Xweser ."

Divê bi Xweseriyê re hevkar bin

Omer anî ziman ku destkeftiyên li Başûrê hatine bidestxistin destkeftiyên dîrokî ji bo tevahî gelê Kurd e û got: "Heger dewleta Tirk di êrişên xwe yên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê de bi ser bikeve dê xeteriyeke mezin li ser gelemperiya Başûrê çêbibe. Lema divê pêwîst e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê di aliyê siyasî û têkiliyên doplomatîk ên navneteweyî de bi Rêveberiya Xweser re hevkar be, her wiha ji bo serxistina diyalogên kurdî-kurdî jî pê re hevkar be. Lê mixabin, nûnerên me û nûnerên PYD'ê têne girtin, tevî ku nûnerên me bi awayekî rewa li Başûrê Kurdistanê ne û tu kiryarên derqanûnî nekirine."

Çarenûsa me yek e

Omer bang li hêzên siyasî û civaka sivîl û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK'ê bikin da ku nûnerên wan berdin û got: "Hikumeta herêma Kurdistanê hikumeteke rewa ye û di qada navneteweyî de îtîraf pê tê kirin. Ji ber vê yekê divê li her çar parçeyên Kurdistanê destekê bide kurdan. Divê hikumeta herêma Kurdistanê, bi taybet PDK'ê baş bizanibe ku çarenûsa me yek e û hebûn û tunebûna me wê bi hev re be."

Dijminan rewa nekin

Omer her wiha got: " Nesir El-Herîrî û nûnerên Îtîlafa Sûriyê ku sîwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e rojane sûcên hovane li dijî  şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin û hincetan ji dagirkirina Tirk a li van herêman derdixînin, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve wekî mêvanên ezîz tê pêşwazîkirin, lê nûnerên me têne girtin. Ev cihê mixabiniyê ye, gelê Kurd van kirinan qebûl nake."
Şandeyek ji Îtîlafa Sûriyê bi serkêşiya Nesir El-Herîrî di Adara borî de serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi Mesûd Barzanî re civiya. Gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev serdana şermezar kir û weke “xiyanetê” bi nav kir.

Li ser vê yekê Ebdulkerîm Omer got: “Niha derfeteke dîrokî li cem Kurdan heye, ji ber ku roleke sereke di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê de lîstin. Her wiha rola gerîlayên HPG'ê di tunekirina DAIŞ'ê li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê de bi bîr xist û diyar kir ku Mesûd Barzanî serdana van hêzan kir û li ser keda ku dane spasiya HPG'ê kir.''

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku heta niha aqûbeta nûnerên xwe û nûnerên PYD'ê yên ku di 10'ê Hezîranê de ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, nizanin.