Qatilên baş ‘pak’ kirin
Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:39
- Li Şemzînanê efserên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku bi bombeyan êrişî Pirtûkxaneya Ûmûtê kiribûn, beraat kirin.
Li Şemzînanê efserên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku bi bombeyan êrişî Pirtûkxaneya Ûmûtê kiribûn, beraat kirin.
Efserên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş, piştî êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Ûmût a li navçeya Colemêrgê Şemzînanê li ser sûc hatibûn girtin, ji doza jê dihatin dadgehkirin, beraat kirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 1’ê hate kirin. Tohmetbar tevlî rûniştinê nebûn.
Xwediyê pirtûkxaneya Ûmûtê, Seferî Yilmaz û gelek parêzer tevlî rûniştina dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1´ê ya Wanê bûn.
Biryareke alîgir û ne serbixwe
Seferî Yilmaz diyar kir ku ev beraeteke alîgîr e û got, “Ji ber bombeyê hê jî di guhê min de nexweşî heye. Piştî teqînê min bera dû Veysel Ateş da û kete wesayîta 60 metre dûr. Me ev kes li ser sûc zeft kir. Alî Kaya bagaja wesayîtê vekir û xwest bi kalaşnîkofê gule li gel bireşîne, lê gel ew asteng kir. Ev êrişkar li ser sûc hatin zeftkirin û sûcdar teslîmî dewletê hatin kirin. Ligel ku her tişt li ber çavan e, ev beraeta êrişkaran, maneya wê, ev biryareke alîgir e.”
Heyeta dadgehê biryara beraeta efserên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş da.
Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo leşkerên Tirk Alî Kaya û Ozcan Îldenîz, gotibû “Ez wan nas dikim, kurên baş in.”
9´ê Mijdara 2005´an îtîrafkar Veysel Ateş bombe avêtibû Kitîbfiroşiya Umiut a li Şemzînanê. Di êrişê de kesek hatibû qetilkirin. Piştî ku xelkê navçeyê êrişkar Veysel Ateş, Alî Kaya û Ozcan Îldenîz li ser sûc zeft kirin, leşkerekî din gule li xelkê reşandibûn û welatiyekî din şehîd kiribûn.
WAN