Qatilê Parîsê ne bi tenê bûye 

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 25 Nîsan 2023 - 06:00

Piştî ku hefteya bihurî rojnamevan Rewşan Deniz behsa şîzofreniya Fransayê beramberî Kurdan kir, pêr agahiyên nû li ser komkujiya duyem a Parîsê a 23´ê Kanûna 2022´yan derketin holê. Rêwîtiya ecêb a qatil William Malet, çawa bi kamerayên çavdêriya stasyonên trênan, metroyan û yên giştî hatiye qeydkirin. Di vê rêwîtiya ecêb de ku qatilî çanteyeke mezin û giran daye ser milên xwe, cihek heye, dike ku bala mirov gelekî biçe ser. Cihekî ku kamera xweşik nabînin heye. Li wir qatil ditewe, di nava giyayê devê rê de radihêje tiştekî û dixe nava çante.
Ev dîmen eşkere nîşan dide ku qatil William Malet bi tena serê xwe tevnegeriyaye. Yanî îhtîmal heye ku wî ji wê deverê rahiştibe sîlehê û xistibe çantê xwe. Di vê rewşê de jî dibe ku hinan yan jî kesekî din ew sîleh ji bo wî li wir bi cih kiribe. Pirseke di warê lêpirsîna Komkujiya Duyem a Parîsê de mirov bike êdî ev e: Gelo kesê yan kesên sîleh ji qatil re peyda kirin û berê vê qatilî dan Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ne dewleta Tirk e?

Kî qatil diparêze?
Rewşan Deniz di qutiya nûçeya xwe ya 17´ê Nîsanê de digot, "Hîna nû 7´ê Adara bihurî qatil îfadeyeke qaşo lixwemikurhatinê da. William Malet, hay jê heye diçe ku: ´Ew der [komeleya Kurdan] cihê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Ez qebûl nakim tişta ku ew bi DAIŞ´ê dikin. Wan li wir girtî li ser hev kom kirine û wan nadin Beşar Esed û em wan tînin Fransayê. CDK-F tiştekî gelekî milîtan e … ew ultra-nasyonalîst in.´
Tevî ku qatil aliyên êrişê yên siyasî ev qasî eşkere bi nav dike, hîna jî êriş weke yeke siyasî nehatiye binavkirin. Gava ew CDK-F weke “ultra nasyonalîst” bi nav dike, ev binavkirin, tenê binavkirineke dewleta Tirk e. Tevî vê peywendiyên wî yên bi dewleta Tirk re jî nehatine eşkerekirin. Dîtira rojê hebûna erebeyeke sîxuriyê li deverê jî bi meseleyê re nehatiye têkildarkirin.
Gava mesele Kurd in, dewleta Fransayê yekser dozgerê xwe yê anti-terorê wezîfedar dike. Gava mesele qatilên Kurdan in, doz awiqî dimînin. Lêkolînên ku qatilên bi rastî eşkere bikin, nayên kirin."
    
Qatil ji bo kê kar dike?

Berdevkê CDK-F (Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê) Agit Polat di ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal re dîmenên nû derketine holê weşandin, got, "em dubare dikin ku alîkariya qatil hatiye kirin" û di dawiyê de jî ev pirsên li jêr kirin û her sê pirs jî muhim in:

  • Çima William Malet tê parastin?
  • William Malet bi rastî kî ye?
  • William Malet ji bo kê kar dike?

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.