- Kurê Mamoste Şemal ê ku pêr li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin, got, “Dewleta Tirk û sîxûrên wê ev êriş kirine, kujer jî reviyane.
Kurê Mamoste Şemal ê ku pêr li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin, got, “Dewleta Tirk û sîxûrên wê ev êriş kirine, kujer jî reviyane. Em heta dawiyê bi bavê xwe serbilind in.” Li aliyê din doh û pêr li gelek navçe û bajaran êriş hat rûreşkirin.
Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî, Sûheyl Xûrşîd Ezîz ê bi navê Mamoste Şemal di nav xelkê de dihat nasîn, li ber deriyê mala xwe ya Kifrî di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.
Ji bo mamosta Şemal li Kifriyê konê sersaxiyê hatiye danîn, xelk kom bi kom diçin serdanê.
Kurê mamosta Şemal, Renc Suheyl got, “Pêr saet 12:30’an piştî ku bavê min ji dewama xwe ya kar vedigeriya mal, du kesên ku berê bavê min şopandibûn, li ber deriyê mala me, gule lê barandin û ew şehîd kirin.”
Renc Suheyl got, îstîxbarata Tirk MÎT’ê ev êrişa terorê bi alîkariya sîxuran kiriye. Derbarê nasnameya kujeran de jî Renc got; “Aliyên peywendîdar hewl didin gunehbaran bigirin, lê kesên bûyer kirine, ev sînor terikandine.
Heta niha kes nehatiye girtin jî.”
Renc di dewama axaftina xwe de got, ew weke malbat bi bavê xwe serbilind in, heta sax bû, cihê kêfxweşiyê bû, niha sed qat ji bo wan cihê şanaziyê ye.
Qatilan bigirin û ceza bikin
Qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Mamoste Şemal li navçeya Ranyayê jî bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de Endamê Encûmena Tevgera Azadî, Seyîd Xalid got, "Destê faşîzma Tirk bi hevkariya xayînên navxwe gihişt ser kesayetê azadîxwaz û rewşenbîr Mamoste Şemal."
Seyîd Xalid got, bêdengiya li beramberî xiyanet û terora li Başûrê Kurdistanê, dibe sedem destê terorê bigihîje ber deriyê mala her kesê azadîxwaz. Wî ji welatiyan, nivîskar, rewşenbîr û azadîxwazan xwest ku êdî bêdeng nemînin û li dijî qetilkirina azadîxwazan helwêsteke cidî nîşan bidin.
Seyîd Xalid ji îdareya Germiyanê û saziyên ewlehiyê jî xwest, tawanbaran zû bibînin û ceza bikin.
Parêzvanê dîroka Kurdan bû
Mamoste Şemal nivîskar, siyasetvan, dîroknas, arşîvan û kesateke diyar ya Germiyane bû. Yek ji rewşenbîrên bajarê Kifriyê bû ku bi berhemên xwe mohra xwe li dîroka Kurdistanê bi taybetî jî ya Germiyan û Kifriyê xistiye.
Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamoste Şemal sala 1960’an li Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê ji dayik bûye.
Weke ku ew bi xwe dibêje binemala wî ji çiyayê Ajdaxewe hatine Kanî Goma ya Silêmaniyê û di dawiya serdema Osmaniyan de bapîrê wî hatiye Kifrî.
Sala 1998’an de dibe endamê YNDK’ê, piştre dibe endamê PÇDK’ê. Heta digihije şehadetê jî Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bû.
Di navbera salên 1997-1998’an de di rojnameya Welat de dinivîse. Piştî salên 2000’î gelek lêkolînên erdnîgarî û dîrokî wek pirtûk çap kirine. Yên bi Kurdî yîn herî navdar ev in:
Dîroka navçeya Kifrî
Dîroka navçeya Kifrî ji kevin heta sala 1958
Prosekanî Paktawî Rêgezî li navçeya Kifrî
Dîroka navçeya Germiyan (Civak, rêxistinên siyasî yên di navbera aslên 1870-1970)
Di salên dawî de têkoşîneke bê hempa di warê çandî, dîrokî, arşîv, kevnarî û nivîskî de kiriye.
ROJNEWS/KIFRÎ