Qatilan berê xwe dabû Hewlêrê

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 03:13

  • Asayîşa Silêmaniyê da zanîn ku wê qatilên Nagîhan Akarsel li Koyê bi hevkariya asayîşa Koyê girtine. Hat zanîn ku di seytereya herî dawî ya YNK´ê ya li Koyê, li ser rêya ku diçe Hewlêrê qatil hatine girtin. Yanî berê qatilan dîsa li desthilata PDK´ê bû.

Pêr beriya nîvrojê qatilên MÎT´a Tirk li Silêmaniyê, li taxa Bextiyarî nivîskara me ya berê, nivîskar û aktîvîstan jinan Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şehîd kirin. Qatilan ji bo ku xwe xelas bikin, yekser berê xwe da Hewlêrê, li ser rêya Hewlêrê li Koyê hatin girtin. Li aliyê din gelek rêxistinên jinan ên tevgera azadiya Kurdistanê, êriş rûreş kir, xwest qatil bên girtin û cezakirin, parastina pêwîst a şoreşger û welatparêzan bê kirin. Wan her wiha bang kir da ku xelk beşdarî çalakiyên rûreşkirina van êrişan bibe.  

Pêr bi şev Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi hevkariya Asayîşa Koye, kujerên Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li navçeya Koye girtine.

Asayîşa Silêmaniyê têkildarî qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand wan tawanbarên bûyerê li navçeya ser bi Hewlêrê Koye girtine.

 

Welatiyan kir ku qatil bên girtin

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê pêr bi şev  got, “Îro di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di bûyereke kuştinê de jineke bi navê Nagîhan Kemal Akarsel jiyana xwe ji dest daye. Yekser hêzên me gihiştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolîneke baş di nava çend saetekê de di jêr fermana birêz serokê dezgeha asayîşa Herêmê de û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koye, me karî tawanbarên vê bûyerê bigirin. Niha li ser fermana birêz dadwer, lêpirsîna li gel wan dewam dike. Li vir em sipasiya welatiyên dilsoz û nîştimanperwer dikin ku ji bo bidestxistina zanyariyên li ser tawanbaran hevkariya me kirin.”

 

Nav nehatin eşkerekirin

Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de nav û nasnameya kesên hatine girtin eşkere nekir. Ajansa nûçeyan Rojnews dide zanîn ku wê xwestiye derbarê tawanbaran de zêdetir agahiyan ji Berdevkê Asayîşa Silêmaniyê Yasîn Semîh wergire, lê wî bersiv nedaye wan.

Li aliyê din Rojnews dibêje, li gorî zanyariyên ji çavkaniyeke taybet bi dest ketine, kujerên Nagihan Akarsel li seytereya herî dawî ya asayîşa YNK’ê ya li Simaqol hatine girtin. Yanî qatilan hewl dida xwe bigihînin deverên di bin desthilata PDK´ê de. 

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî dema ku Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Şukrî Serhed, penaberê siyasî Zekî Çelebî û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Mamosta Şemal li Silêmanî û Kelarê hatibûn qetilkirin, hatibû gotin ku kujer reviyane Hewlêrê. Wiha xuya ye ku qatil Hewlêrê ji xwe re weke cihê felatê dibînin.

 

Xwedî li mîrasa wê derkevin

Kovara Jineolojiyê derbarê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wê got, “Em bi zîhniyeta ku endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel qetil kir, dizanin û wê zêhniyetê nas dikin. Zêhniyeta qirker a serdest a mêr û rûyê wê weke netewe-dewletê; bi taybetî jin, îradeya jinê, bedena wan û nasnameya jinên pêşeng ên şoreşê hedef girtin û qetil kirin. Roj; roja parastin û bipêşxistina fikra azadî û berxwedanê ye ku Nagîhan parast, hilgirt û bi pêş xist. Em wekî Lijneya Jineolojiyê; di kesayeta Endama Lijneya Kovara me û endama  Navenda Lêkolînên li ser Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, vê êrişa namerdane ya li ser jinê û li ser şoreşa jinê bi tundî şermezar dikin. Em bang li jinên şoreşger ên cîhanê dikin da ku xwedî li mîrasa Nagîhanê derkevin û ji bo ku kujerên wê bên eşkerakirin û dadgehkirin têkoşînê bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.