Qatil nijadperest e

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 14 Cotmeh 2020 - 01:00

ERKAN GULBAHÇE

 

Arkan Hussein Khalaf (Arkan Huseyin Xelef) ê 15 salî 7ʼê Nîsana 2020ʼan li bajarê Celle yê Elmanyayê ji mala birayê xwe vedigeriya mala dêûbavê xwe. Gava bisiklêtê suwarbûyî li lempeyên trafîkê sekinî, Elmanê 29 salî yê bi navê Daniel S. kêr li ser dilê wî xist û ew bi giranî birîndar kir. Arkan ê zarok, xatirê xwe ji dinya gewrik xwest û jiyana xwe ji dest da. Hefteya bihurî, 7ʼê Cotmehê runiştina doza ji ber qetilkirina Arkan li bajarê Luneburgê li Dadgeha Eyaletê çêbû. Rûniştina duyê îro ye. Di vê rûniştinê de rapora psîkyatriyê ya Daniel S. wê bê nirxandin û li şahidan bê guhdarîkirin. Piştî bi giştî 7 rûniştinan 11ʼê Mijdarê wê biryar bê eşkerekirin.
Daniel S. hewl dide xwe bi rapora "ehliyeta wî ya cezaî nîne" ya psîkyatriyê ji ceza xilas bike. Jixwe, ne ji ber qetilkirina bi qest, lê bi kuştinê ev qatilê hanê tê mehkemekirin. Malbata Xelef dixwaze ku qatil ji ber qetilkirina bi qest bê dadgehkirin.
Em ji parêzerên malbata Xelef, Nejdal Dîşlî re peyivîn. Dîşlî dibêje, Daniel S. îdîda dike ku siheta wî ya derûnî ne baş e, mubtelayê hişbir û alkolê ye û bi vî rengî kiriye ku wî rakin nexweşxaneya psîkyatriyê. Di rûniştina îro de jî wê li ser rapora psîkyatriyê ya li ser Daniel S. bê sekinîn. Dîşlî wiha dewam dike: "Gava em li bûyerê dinihêrin, qetilkirineke bi qest heye. Ji ber wê divê cezayê hepsa muebedê lê bê birrîn. Daniel S. di îfadeya xwe ya yekê de dibêje, min xwest mirovekî bikujim û di hepsê de rehet bikim. Di rûniştina yekê de ev red kir, lê li ser israra me qebûl kir ku gotiye. Ev jî nîşan dide, ev qetilkirina plankirî ye."

 

Divê cezayê heta hetayê lê bê birrîn

Parêzer Nejdal Dîşlî dibêje, "Dibe ku Daniel S. mubtelayê hişbir û alkolê be. Lê dîsa jî wî qetilkirin di çarçoveya planekê de kiriye, wisa xuya dike. Yanî biryar daye mirovekî bikuje û wisa xuya ye ku wî ji berê ve plan kiriye ku ev kes penaberekî serreş be. Li dibistanê, mirovekî zêde neteweperest bûye. Gava ku bi sinifê dibistanê re çûye geşteke li Holandayê, berziye mirovekî reşik û heqaret lê kirine. Gava em li parvekirinên wî yên di Facebookê de dinihêrin, em dibînin propagandaya naziyan parve kiriye. Porê xwe weke naziyan kurr kiriye, ji pêlavên wan xistine piyê xwe. Roja bûyerê, sê saetan li cihê bûyerê geriyaye û her gotiye, ‘kanakeʼ. ‘Kanakeʼ jî gotineke ji bo heqareta li biyaniyên serreş e. Gava li dosya wî dinihêrim, dikarim bibêjim, wî bi zanîn çûye yekî biyanî bijartiye û kuştiye."
Necdal Dîşlî herî dawî got, "Em li bendê ne ku heyeta dadgehê cezayê muebedê lê bibirre. Ji bo cezayê muebedê yek sedem bes e; lê li vir ji yekê bêhtir sedem hene. Sedema herî muhim jî ew e ku bi qest û plankirî Arkan qetil kiriye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.