Qanûna ceza ya li dijî govendê
Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:41
- Li Girtîgeha Silîvriyê bi hinceta govendgerandinê, cezayê betalkirina hevdîtinê li 61 girtiyan hatiye birrîn û gef kuştinê li girtî Şiyar Yildirim hatiye xwarin.
MEHMET ASLAN / MA/STENBOL
Li Girtîgeha Silîvriyê bi hinceta govendgerandinê, cezayê betalkirina hevdîtinê li 61 girtiyan hatiye birrîn û gef kuştinê li girtî Şiyar Yildirim hatiye xwarin.
Li Girtîgeha Jimare 5 a Tîpa L ya Kampusa Girtîgeha Silîvriyê, di 8'ê Cotmehê de cendirme û gardiyanan bi hev re avêtibû ser qawîşan û nêzî 150 girtî sewqî girtîgehên jimare 2, 3 û 7 ên Tîpa L'yê kiribûn. Di dema sewqkirinê de amûrên girtiyan hatibûn desteserkirin, êşkence û heqaret li girtiyan hatibû kirin.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Gurkan Îsteklî, hevdîtin bi muwekîlên xwe re kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Îsteklî nerazîbûn nîşanî cezayê dsîplînê da yê ku li girtiyan hatiye birrîn, û got: "Ma govendgerandin sûc e?"
Îsteklî ragihand ku ji ber govendgerandinê cezayê dsîplînê li muwekîlê wî Şiyar Yildirim hatiye birrîn û Yildirim ji ber vê hevdîtin bi midûrê girtîgehê re kiriye. Îsteklî, da zanîn ku midûrê girtîgehê di hevdîtinê de gef kuştinê li muwekîlê wî Yildirim xwariye û gotiye: "Şaş fêm neke lê ez 25 sal in vî karî dikim. Tenê îmzeyek e, ket û winda bû."
Îsteklî xwest demildest ev midûr ji peywirê bê girtin: "Midûr hê jî li ser kar e. Divê derbarê wî de lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha ev yek di heman demê de lixwemikurhatinek e. Ev midûr 25 sal in vî karî dike û bi rihetî wisa tevdigere. Naxwe, li kîjan girtîgehan xebitîbe, divê bê lêkolînkirin ka li cihên lê xebitiye îşkence hebûye yan jî girtî mirine yan na?"
Îsteklî bibîr xist ku beriya bi mehekê di dema sewqkirina nexweşxaneyê de êrişî girtî Soydan Akay kirine û êrişên bi vî rengî zêde bûne. Îsteklî got: "Li hemberî gelê Kurd şerekî qirkirinê heye. Hêleke vî şerî jî girtîgeh in. Li derve jî êrişên faşîst bi destên kesên wekî van midûran tên kirin. Lê em zarokên vî gelî, parêzer, em ê ti carî muwekîlên xwe bi tenê nehêlin. Em ê heya dawiyê li dijî van neheqiyan têbikoşin."