• Heyeteke Iraqê di asteke payebilind de doh serdana Şengalê kir. Bi heyeta Rêveberiya Xweser re civiya. Nûnerên Şengalê daxwazên xwe di bin sernavan de pêşkêş kirin û xwestin li gorî qanûna Iraqê bêne naskirin.

Şandeyek payebilind a Iraqê ku ji serokê artêş, musteşarê ewlekariya neteweyî, nûnerê karûbarên ewlekariya neteweyî, doh çû Şengalê. Şandeyeke payebilind a di vê astê de cara yekem e ku diçe Şengalê. Şande bi heyeta Rêveberiya Xweser re civiya. Di şandeya rêveberiya Bexdayê de Serokê Fermandariya Artêşa Iraqê  Ebdulemîr Yarallah, Berdevkê Odeya Çalakiyên Hevbeş Ebdulemîr Eş-Şemerî, Musteşarê Ewlekariya Netewî Qasim El-Erecî, Nûnerê Karûbarên Ewlekariya Neteweyî Hemîd El-Şitrî pêk tê.

Rayedarên Iraqê li navenda Şengalê li Baregeha Leşkerî ya Artêşa Îraqê bi nûnerên rêveberiya xweser re civiyan.

Di civînê de li ser navê Rêveberiya xweser rayedarên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), Desteya Rêveber a Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê amade bûn.

Mijara sereke Rêveberiya Xweser bû

Piştî civînê ku li çapemeniyê girtî pêk hat, Hevserokê PADÊ Umer Salih ku ew jî di civînê de amade bû, têkildarî naveroka hevdîtinê da zanîn ku mijarên ewlekariyê, rola hêzên Asayîşa Êzîdxanê, vegera koçberan, jinûveavakirina Şengalê guftûgo kirine. Lê herî zêde jî li ser Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê axivîne.

Umer Salih da zanîn ku wan der barê Rêveberiya Xweser a Şengalê û meclîsa wê de agahiyên berfireh dane şandeyê û got: “Me bibîr xist ku piştî sala 2014’an valahiyek rêveberiyê çêbûye, me jî bi armanca ku vê valahiyê dagirin û xwe birêve bibin meclîsek ava kiriye. Wan jî got, divê rêveberî li gorî destûra Iraqê be. Me jî bi bîr xist ku madeya 120 a Destûra Iraqê ji bo vê yekê rê dide û me xwest ku Meclîsa Xweseriya Şengalê di çarçoveya madeya 120’an de bê qebûlkirin.”

Serokê PADÊ anî ziman ku ew li ser mijara ewlekariyê û rola hêzên asayîşê jî sekinîne û xwestiye ku Asayîşa Êzidxanê li cihê xwe bimîne.

Serokê PADÊ Umer Salih got ku wan di dawiya civînê de daxwaz û pêşniyarên xwe jî bi awayekî nivîskî pêşkêş kirine.
Li gorî zanyariyên ku Umer Salih dane, şandeya Iraqê jî hemû nirxandin û daxwazên wan bi baldarî guhdar kirine û gotine: “Em jî bi we re ne. Em dizanin we kedeke mezin daye, şehîd dane, ev ked nayê jibîrkirin, em ê hewl bidin li ser esasê xalên hatine pêşkêşkirin, kar bikin. Em ê van daxwazên we pêşkêşî Serokwezîr Mistefa Kazimî bikin.

Divê Bexda bi erka xwe rabe

Rêveberiya Xweser a Şengalê di civînê de pêşniyar û daxwazên xwe bi 3 sernavan bi awayekî nivîskî pêşkêşî şandeya Iraqê kirin. Beriya her tiştî Rêveberiya Xweser dixwaze peymana kirêt a li ser Şengalê were betalkirin, ji ber ku danûstandina hûrgiliyên vê peymanê tenê di navbera Hikûmeta Federal û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de pêk hatiye. Tê destnîşankirin ku Êzidiyan di vê peymanê de cih negirtine û tê bi bîr xistin ku PDK’ê di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê de çawa ew hiştine û vekişiyaye.

Xala diduyan a di civînê de hatiye axaftin, vegera koçberan bûye. Di vê xalê de jî tê xwestin vegera koçberan were hêsankirin û di vî warî de îşaret bi astengiyên li pêşiya vegerê têne destnîşankirin.

Ya din jî ji rêveberiya Bexdayê tê xwestin ku di jinûveavakirina Şengalê de bi erka xwe rabe. Federalbûna Iraqê careke din tê bi bîr xistin û tê xwestin di vê çarçoveyê de rewşa xweser a Şengalê were naskirin.

Ji bo qada hewayî ya Şengalê jî tê gotin ku qad li destdirêjiyên herêmî were girtin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ