• Şoreşgerê Kurd, Anter Dersim (Kazim Ergun) di encama celta dil de li Rojava şehîd bûbû, doh bi merasîmeke girseyî hate veşartin. 

Şoreşgerê Kurd, Anter Dersim (Kazim Ergun) di encama celta dil de li Rojava şehîd bûbû, doh bi merasîmeke girseyî hate veşartin. 

Anter Dersim 11’ê Mijdarê li Rojava ji ber ku dilê wî sekinî, şehîd bûbû. Şehîd Anter doh bi merasîmekê li Qamişloyê hate veşartin. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, MSD û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê şehîd birin Goristana Şehîd Delîl Saroxan û dayikan jî wêneyên şehîd Anter hildan. Li goristanê bi hezeran kesî cenaze pêşwazî kir. Şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, MSD`ê û partiyên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Ibêd sersaxî ji malbata şehîd Anter re xwest: “Ji bo em layiqî şehîd Anter bin, divê em têbikoşin. Serê me û malbata wî bi şehadeta wî bilind e. Em soza şopandina rêya wî dubare dikin.”

Paşê hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, Anter Dersim ji kesên destpêkê ku tev li nava refên tevgera azadiyê bûne: “Ji bo Kurdistana parçekirî û ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan, têkoşiya. Ew welatparêz û şoreşger bû.”

Paşê endamê Meclîsa Malbata Şehîdan Rêvîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Anter Dersim bi gotina dirûşmeyan spartin axê.

ANHA/QAMIŞLO