Qamişloyê bi heybet pêşiwazî kir

Pêncşem 14 Tebax 2025 - 03:45

Gelên Rojava bi merasîmekî girseyî Fermandar Nûreddîn Sofî oxir kirin. Cenazeyê Nûreddîn Sofî ku di 6`ê Nîsana 2021`an li herêma Garê şehîd bûbû û 11`ê Tebaxê ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG`ê ve şehadeta wî hatibû ragihandin, ji Dêrikê anîn Qamişloyê. Karwanê cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî li ber bend ketina bajarê Qamişlo de, bi girseyekê ji aliyê pêkhateyên herêmê ve hate pêşwazîkirin.

Bi deh hezaran tevlî merasîmê bûn

Cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û li ber strana Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ya bi navê “Ay Gewrê” li ser milan hate rakirin. Karwanê cenazeyê ku ji sedan seyareyan pêk dihat, derbasî nava kolanên sereke yên bajarê Qamişlo bû û berê xwe da mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo. Piştre ji bo pêkanîna merasîmê oxirkirinê karwan berê xwe da Stada Şehîdên 12`ê Adarê. Bi deh hezaran pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bajarê Dêrikê heta Kobanê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de fermandarên Yekîneyê Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  û Hevserokên Rêveberiya xweser û Nûnerên Rêveberiya Xweser hazir bûn. Welatî, jin, ciwan û dayik bi rakirina wêneyên Fermandar Nûreddîn Sofî derbasî cihê merasîmê bûn. Li kêlek wê bi dehan dezgehên çapemaniyê li qada merasîmê amade bûn. Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê Yekîneyê Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve dest pê kir.

Em minnetdarê heval Nûredîn Sofî ne

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî di merasîma Fermandar û Pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî de axivî û got:“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber keda heval Nûreddîn Sofî ya di şoreşê de minettarê wî ye. Em di hizura şehîdan û gel de soz didin ku em ê ala te hildin. Heval Nûreddîn li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. 24 salan tevayî çiya û parçeyên Kurdistanê geriya û ew nas kirin. Di nava gerîlla de giha astên herî bilind. Îro çiyayên Kurdistanê gerîlayên li wan çiyayan heval Nûreddîn weke şervan û fermandarek bi cesaret nas dikin.

Heval Nûreddîn piştî 24 salan li çiyayê Kurdistanê bi herfên zêrîn navê xwe neqişand. Li ser xwesteka hevalên wî, li ser xwesteka me hemûyan 2013 tevlî şoreşa Rojava bû heta şehadeta xwe. Di tevayî saziyên şoreşê de keda heval Nûreddîn heye. Di şoreşê de bi navê  Adil xebat da meşandin. Keda wî di hemû saziyên me de heye. Di zansita gel de, di biratiya gelan de kedek wî ya mezin heye. Sala 2017’an bi awayek xurt tevlî şerê dijî DAÎŞ’ê bû. Heval Nûreddîn di hemû operasyonan de cih girt ji Reqa heta Dêrazorê fermandarî kir. Li Baxozê fermandarê wê cengê bû. Heta dawî Berxwedana Serdemê bi rê ve bir. Em dikarin bêjin şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevayî ast û qadên wê de heval Nûreddîn hebû. Kedeke xwe ya mezin hebû. Ji bo wê em dibêjin Şoreşa Bakur û Rojhilatê  Sûriyê minettarê heval Nûredddîn e. QSD, xebatên siyasî minetdarên heval in. Pêşketina tifaqa gelan minettarê heval Nûreddîn e. Bi Ereban re Ereb bû, bi Kurdan re Kurd bû, bi Suryanan re Suryan bû. Vê jî serkeftin ji Şoreşa Rojava re anî. Em careke din dibêjin, dê xebata me bidome. Îro em piştî 14 salên şerê dijwar di pêvajoyeke diyalogê. Em di hizûra şehîdan de soz didin, çawa me xebata li dijî DAÎŞ’ê da meşandin, em ê vê xebatê jî bidomînin.’’

Peyama ji bo gelê Ereb

Fermandar Mazlûm Ebdî bi zimanê Erebî bang li gelê Ereb ê beşdarî merasîmê bibûn kir û got:“Baweriya heval Nûreddîn bi hevgirtina gelan hebû û di wê rêyê de têkoşiya. Têkiliya wî bi gelê Ereb re xurt bû û hêzên me yên Ereb pir jê bawer bûn. Ew yek ji hevalên destpêkê bû ku pêkhate di nava Rêveberiya Xweser de bicih kir. Em bi hevalê xwe serbilind in. Em di hizûra we, şehîdan de dibêjin şoreşgerê mezin fermandarê hêja, rêheval Adil, rêheval Nûreddîn Sofî em bi te serbilind in, hevalê te û gelê te bi te serbilind in. Bila rihê te şand be. Tu caran bila çavê te pişt nemîne em hevalê te gelê emê ala te hildayî hildin. Em soza serkeftinê didin. Oxirbe hevalê delal Nûreddîn oxirbe ey şehîd.”

Bi deh hezaran ew spartin axê

Bi deh hezaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspî, rewşenbîr, serokeşîr, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û fermandarên Hêzên Sûriyeyea Demokratîk (QSD) bi cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî re meşiyan li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan û cenazeyê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” veşartin. Merasîm bi berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.