Qamişlo ji komkujiyan mezintir e

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:16

  • Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet hatin oxirkirin. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, merasîmê dewam dikir.

Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet hatin oxirkirin. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, merasîmê dewam dikir. Cenazeyên Şehîdan Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê hatin veşartin û bi hezaran mirov beşdarî merasîmê bûn. 

Xelk pêşî ji ji çerxerêya Sonî ya bajêr ji bo oxirkirina şehîd Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiya.

Bi beşdarabûna bi hezaran kesî, bi hazirbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên jinan û partiyên siyasî, merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.

Ji bo Yûsif Gulo û 2 neviyên wî Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo yên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de sêşema bihurî li Hilêliyê şehîd bûn, doh şîn hate ragihandin. Ji ber şînê sûka bajêr girtî bû.  

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.