Qamişlo bi wan serfiraz e

Sêşem 26 Kanûn 2023 - 16:20

Xelkê Qamişloyê, bi hezaran çû goristana şehîdan, û 6 ji şehîdên êrişên dewleta Tirka dagirker spartin axê. Dilsoziya xelkê bi şehîdan û şoreşê re xwe nîşan da û dîmenê ji merasimê jî nîşan da ku Qamişlo bi şehîdên xwe serfiraz e.

Di dema merasimê de sloganên "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd nemir in" hatin gotin. Bi hezaran ji xelkê kantona Cizîrê cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê li ser milên xwe rakirin û li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Meyselûn a Qamişloyê spartin axê.

Cenazeyên Aya El Sebawî û Faris El Faris jî li ser daxwaza malbatên wan, dê li goristanên gundên wan bên veşartin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.