Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku wan 5 kesên ku kel û pelên dîrokî didizîn, girtine.
Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan 17´ê Hezîranê piştî lêkolînan, karîne 5 kesên kel û pelên dîrokî didizîn, bigirin û bixin nezaretê.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava kel û pelên dîrokî de Tewrat û Incîl bi destxet ên bêhtirî hezar salan kevin jî hebûn. Hate gotin ku her du pirtûk jî bi ava zêr hatine nivîsandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, wan kesan pirtûk ji Rojavayê Iraqê biriye Silêmaniyê û dixwestin bişînin derveyî Kurdistanê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ