• Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew ê li Rihayê nûnertiyê vekin: “Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse.”

Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew ê li Rihayê nûnertiyê vekin: “Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse.”

Platforma Zimanê Kurdî (PZK), derbarê vekirina nûnertiya xwe ya li Rihayê de li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Rihayê civîneke çapameniyê li dar xist. Berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî, Vahît Aba, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan û nûnerên partiyên siyasî yên di platformê de û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn. 

Ji berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî got, ew ê li Rihayê jî nûnertiya platformê vekin: “Beriya niha me li Mêrdîn, Elih, Semsûrê nûnertî vekirin. Niha jî em dixwazin li Rihayê vekin. Amedekariyên me yên ji bo Wan û Şirnexê jî didomin. Li Rihayê dildarên Kurdî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl dê xebatên Kurdî bikin.

Divê kes ji fermîbûna Kurdî netirse. Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Divê Kurd li her saziya ku diçinê, karibin bi Kurdî biaxivin. Mafê ziman, mafê herî jidil ê kurdan e. Divê her kes li vî mafî xwedî derkeve.”

MA/RIHA