Hevserokê Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê deklerasyona ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 18’ê mehê ji bo çareseriya krîza Suriyeyê eşkere kiribû û rexneyên hinek aliyan a ji bo partiya wan kiribûn de ji ANHA`yê re axivî.

Salih Muslim, Rêveberiya Xweser hîmekê esasî yê çareseriya Suriyeyê bi nav kir û got; “Heta niha Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê gelek hewildan kirin, lê çareserî çênebûye û ev jî ji aliyê gel û derdorên cûda de wekî kêmasiyek hatiye dîtin. Bi eşkerekirina vê beyannameyê re hîmên esasî yên çareseriyê hatin diyarkirin. Bi vî rengî wê her alî zanibe ku Rêveberiya Xweser çi dixwaze.”

 

Em dixwazin beyanname bi cih bê

Salih Muslim, bal bir ser rexneyên weke “Rêveberiya Xweser parçebûna Suriyeyê diwxaze, çareseriyê naxwaze û di bin bandora Amerîkayê de ye” diyar kir ku beyanname ji bo van rexneyan bersivek zelal e û got;“Ev 9 xalên di beyannameyê de gelekî girîng in. Tiştên berê me nîqaş dikir cardin danîn ser masê. Bangawazî ji herkesî re tê kirin ku destê xwe têxin bin kevir ku ji çareseriyê re alîkar bin.”

Hevserkê PYD`ê diyar kir ku ew jî weke hêzeke siyasî wê têkiliyên xwe yên derve û hundir hemûyan bixin xizmeta pêkanîna beyannameyê û got;“Em dixwazin xalên di beyannameyê de hatine gotin bi cih werin û em jî têde cih bigrin, alîkar bin. Rêxistina me di nav gel de heye, em ê karibin ji gel re jî bingehekê ava bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim di dawiya axaftinên xwe de rexneyên wekî “PYD li pêşiya tevlîbûna Kurdan ji bo diyalogan asteng e” bersivandin û got, “Heya niha çi ji destê PYD hatibe kiriye. Beriya mijara diyalogê jî PYD hebû. Li pêşiya diyalogê tu carî nebûye asteng. Diyalogan Rêveberiya Xweser û MSD dimeşînin. Di nav MSD`ê de PYD, partî hemû cih digirin. Hebûna PYD`ê ji bo çareseriyê erêniyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN