• Doh di berbanga sibehê de artêşa Rûsyayê dest bi topbaran û bombebarana Ukraynayê kir. Li paytext Kiev û gelek bajarên din ên Ukraynayê teqînên mezin rû dan.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî ku serxwebûna Donetsk û Luhanskê nas kir, ragihand ku li gorî dema Moskowayê saet di 06:00 de li hemberî Ûkraynayê dest bi operasyona leşkerî kirine. Putîn got plana wan ne e we ku Ukrayna dagir bikin lê ew dixwazin Ukrayna bêçek bikin. Li paytext Kîev û gelek bajarên bendergehan teqîn çêbûn. Ji bilî paytex Kîevê li bajarê herî mezin ê duyan Kharkîv û Kramatorskê, li Dîepr, Donetsk, bajarên peravê Marîoupol û Odesayê jî teqîn çêbûn.  Kîevê diyar kir ku "dagirkeriyeke mezin" dest pê kiriye. 

Hêzên Rûsyayê di operasyonê de axa Belarûsê bi kar anîn. Fransayê jî vê helwesta Belarûsê şermezar  kir. Herêmên ku li rojhilatê Ûkraynayê serxwebûn ragihandine, gotin ku 2 bajar bi dest xistine. Kîevê jî ragihand ku artêşa Rûs ber bi du bajarên cuda ve bi pêş ve diçe.

Rûsya şiband Elmanyaya Naziyan

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî diyar kir wê operasyona li ser Ûkraynayê li gorî pêdivî û hewcedariyê bidome.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî jî Rûsya şiband Elmanyaya Naziyan û got “Rûsya wekî di şerê cîhanê yê duyemîn de fenanî ku Elmanyaya Naziyan êriş kiribû, ew jî êrişî Ûkraynayê dike.”

40 serbaz û 10 welatiyên sivîl

Doh di berbanga sibehê de artêşa Rûsyayê dest bi topbaran û bombebarana Ukraynayê kir. Li paytext Kiev û gelek bajarên din ên Ukraynayê teqînên mezin rû dan. Alîkarekî Serokê Ukraynayê ragihand, zêdetir ji 40 serbaz û 10 welatiyên sivîl ên wî welatî di êrişên Rûsyayê û hêzên cudaxwaz ên li rojhilatê welat, hatine kuştin.

Aleksey Arestovich, Alîkarê Serokê Ukraynayê ragihand, “Dizanim heta niha zêdetir ji 40 serbazên me hatine kuştin û bi dehan jî birîndar in.”

Arestovich destnîşan kir, bi sedema êrişên Rûsyayê 10 welatiyên sivîl ên Ukraynayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser malpera Facebookê ferman da artêşa Ûkraynayê ku di asta herî bilind de bikin ku hêzên Rûs windahiyan bidin. Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê jî bang li her kesên ku dikarin çekê rakin kir ku tevlî hêzên leşkerî bibin.

Rûsya dibêje eskerên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin û gelek leşkeran çek danîne.

Wezaretê got, "Li gorî îstîxbaratê, gelek yekîneyên ser bi Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin."

Hêzên leşkerî yên herêmên Donetsk û Lûhansk ên pişta xwe dispêrin Rûsyayê, diyar kirin ku du bajarên biçûk ên li rojhilatê welêt Stanytsîa û Chtchastîa bi dest xistine.

‘5 balefir û helîkopterek Rusyayê  hatin xistin’

Artêşa Ukraynayê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand artêşa Rûsyayê li ser baregehên wan ên leşkerî yên dikevin rojhilatê welêt dest bi bombebaranek dijwar kiriye. Her wiha ragihand 5 balefir û helîkopterek Rûsyayê xistine xwarê.

Artêşa Ukraynayê diyar kir balefirgeha Boryspil a nêzî paytext Kiev jî di nav de gelek balefirgehên din rastî êrişa bi mûşekan hatine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên asîmanî yên Ukraynayê bersiva êrişên Rûsyayê dane û êriş têkşikandine.

Her wiha hat gotin li herêma Luhansk 5 balefir û helîkoptereke Rûsyayê xistine xwarê.

Rûsyayê got, derewan dikin 

Rûsyayê jî diyar kir ti balafira leşkerî nehatiye şikandin û Ukrayna li derewê qeliband.

Wezareta Karûbarê Navxwe ya Ukraynayê got, ''Em dikarin êmin bin ku bi sedan leşkerên Ukraynayê bi moşekên Rûs hatine kuştin.'' Lê ji bilî vê texmînê ji hêla fermî ve ev nehate piştraskirin.

Tesîsên berevaniya ezmanî rûxandin

Her wiha Artêşa Rûs ragihand ku wan baregeh û baregehên berevaniya ezmanî ya Ukrayna rûxandine. Wezaretê got, ''Avaniya leşkerî ya baregehên ezmanî ya hêzên çekdar a Ukraynayê hate rûxandin. '' Wezaretê her wiha got, ''Tesîsên berevaniya ezmanî ya hêzên çekdar ên Ukraynaye jî hatine rûxandin.''

Li gorî ajansa nûçeyaa Interfaxê bi her cure çekan şer heye.

Hêzên Rûs bi pêş ve diçin

Gava me ev nûçe hazir dikir, hêza Rûsyayê û hêzên Donbass (Donetsk û Lûhansk) li hemberî artêşa Ûkraynayê bi pêş ve diçûn. Dihat gotin ku Rûsya gihiştiye herêma Karkhovka ev 60 kîlometreyan li bakurê Kirimê ye. Ev jî diyar dike Rûsya çiqasî bi pêş ve çûye. 

Daxuyaniya Biden

Piştî destpêkirina êrişê, Serokê Emerîkayê Joe Biden jî daxuyaniyek da û got, “Yekane berpirsê mirin û hilweşînên ku ev êriş bi xwere bînin Rûsyaye. Wê Emerîka li gel hevalbendên xwe bi hevre û bi biryardariyek xurt bersiva van êrişan bidin. Wê cîhan hesabê ji Rûsyayê bixwaze.”

Banga ’Koalîsyona dijî Putîn’

Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî bang kir ku cîhan 'koalîsyona dijî Putîn'' ava bike û zor li Rûsyayê bike ku 'were ser aştiyê'.

Zelenskî piştî hevdîtina bi rêveberên Emerîka, Ingilîz û Elman got, ''Niha em koalîsyoneke dijî Putîn ava dikin.''

Ajansa nûçeyan a Rûsya TASS îdîa kir li gel teqînan jî gelê li herêma Donetskê aram e û ti panîk li nav gel nîne.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg got, ''Di vê rewşa kambax de em li cem gelê Ukraynayê ne.''

Serokwezîrê Kraliyeta Yekbûyî Borîs Johnson li ser Twîtterê got, ''Serok Putîn bi êrîşa bêsedem a li ser Ukraynayê rêya rijandina xwînê û hilweşandinê hilbijart.''

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyan û Serokê Konseya Ewrûpayê Chales Mîchel got, ''Em dixwazin ku Kremlîn hesab bide.''

Sekreterê Giştî yê NY'yê bang li Moskowê kir ku 'bi navê mirovahiyê' dev ji êrîşê biqere.

Nerazîbûna welatên din

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî xwest civîneke lezgîn were lidarxistin.

Lîtvanyayê jî li ser axa xwe rewşa awarte îlan kir.

Moldovayê jî diyar kir wan qada xwe ya hewayî girtine. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan jî diyar kir ji ber provokasyonên NATO’yê şerê li Ûkraynayê dest pê kiriye. Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yaîrr Lapîd jî vê operasyona li ser Ûkraynayê şermezar kir.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî jî diyar kir ew heq didin fikarên Rûsyayê yên li ewlekariyê.

‘Destwerdana Rûsyayê red dikin’

Desteya Rêvberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkilî şerê Rûsya yê dijî Ukrayna daxuyaniyeke niviskî da û got tişta ku li Ukraynayê dibin, ''Xeleka dawî ya têkoşîna serweriyê ya di navbeyna NATO'yê û Rûsyayê de ye.''
HDP'ê di daxuyaniyê de got, ''Em destwerdana leşkerî ya Rûsya, ku bi binpêkirina hiqûqa navnetewî daye destpêkirin bi teqezî dikin. Bang dikin dilsozî Peymana Mînskê be, operasyonên leşkerî rawestîne û rê li qenalên muzakereyê veke.''
HDP'ê her wiha bang li hikûmeta Ukraynayê jî kir û got,''Em bang dikin dev ji wê helwestê biqere ku rageşiya di nav du blokan de geş dike, em destekê didin hewldana diyalogê ya li gel Rûsyayê.''

NAVENDA NÛÇEYAN