Psychology Kurdî ya li ser zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Tebax 2021 - 01:15

Hejmara 13'an ya kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî derket û di vê hejmarê de cih ji dosyeyeke taybet re hatiye veqetandin ku balê dikişîne ser îstîsmara zarokan. 

Bi giştî nivîsên ku di vê hejmarê de hene, ev in: "Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya "Lênêrîna Psîkososyal bo Zarokên Leşker", Psîkiyatrîst Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya "Trawmayên Qonaxa Zarokatiyê: Îhmal û Îstîsmarê", şêwirmendê derûnî Erdal Gul "Îstîsmare Domanan“, derûnnas Siyabend Aslan "Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan“, akademîsyen Noemí Pereda û Diego A. Díaz-Faes "Di Şopa Pandemiya Covid-19ê de Şideta Malbatê ya li Hember Zarokan: Venêrîneke Perspektîfên Nûjen û Faktorên Rîskê", şêwirmendê Derûnî Rohat Mîran "Encamên Psîkolojîk û Fîzyolojîk yên Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan", şêwirmendê Derûnî Selahattin Guneş bi nivîsa xwe ya "Li Dibistanan Dudiliya Derbarê Gilîkirina Îstîsmara Zayendî ya li Hemberî Zarokan û Zerer (Mexdûr)ên Duyemane", antropolog Welat Ramînazad "Înşakeriya Keseyatîya Gedeyanê Kurdan de Hîrê Dîyardeyî: Vêşanîya Heskerdîşê May û Pîyê, Ters û Şîdeta Înan û bîyayîşî", şêwirmendê derûnî Nuh Bozkur "Pêşîlêgirtina Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan: Perwerdeya Beşên Taybet ên Laşê Mirov", derûnnas Newroz Xebat Yildirim "Destdirêjiya Zayendî ya li Hember Zarokan", felsefevan Adem Warnas bi nivîsa xwe ya "Dijî Xerabiyên Çêkirî: Xweserî", Pisporê xizmeta civakî Erdal Aladag "Li ser Daneyên BADEMê ku di Bengîtiya Madeyan de Modeleke Xizmetê ya Nû ye Vekolîneke Retrospektîf: Mînaka BADEMa Diyarbekirê", derûnnas Mehmet Ali Erol "Bi Nêrîneke Psîkanalîtîk Xewn û Şîrovekirina Wan", derûnnas Ferdi Okyay "Nasnameya Civakî û Neteweperweriya Neteweyên Bindest", mamoste Vecdi Demir "Xwendinek li ser Dîroknivîsiya Psîkanalîtîk", derûnnas Aydın Karatay "Noro-zanist û Dîroka Wê", derûnnasa pispor Hataw Ahmed Sharif û Muzîsyen Natiq Salim Silo "Muzîk û Bandora Wê ya li ser Aliyên Derûnî“.

Bi Prof. Dr  Hasan Kandemir re derbarê îstîsmar, îstîsmara zarokan û cureyên wê de hevpeyvînek hatiye kirin û Ahmed Kurdî jî mêvanê beşê "Pirs û Bersivê" ye.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.