Provokasyona PDK’ê ya li Kerkûkê
Duşem 4 Îlon 2023 - 00:05
- Li bajarê Kerkûkê pêr xwepêşandan hatin lidarxistin. Hêzên Iraqê li xwepêşandêran gulle reşandin û 4 ciwanên Kurd şehîd kirin, 15 kes jî birîndar kirin. Rewşa birîndarekî jî giran e.
Li ser rêya sereke ya di navbera Kerkûk-Hewlêrê de ji aliyê tifaqa PDK’ê Tirkmenên Eniya Tirkmen a faşîst, Sunniyên selefî yên xwedî hişmendiya rejîma Beesê, weke lîstikekê qaşo li dijî PDK’ê xwepêşandan hatin kirin û rê li çûnûhatinê hat girtin.
Kurdên li taxa Rehîmawa jî ji bo rê li çûnûhatinê were vekirin, dest bi xwepêşandanan kir. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê jî gulle li xwepêşanderên Kurd reşandin û di encamê de 4 ciwanên Kurd, Hawkar Ebdullah, Hisên Sabîr, Heval Star û Hawrê Ekber hatin qetilkirin û 15 ciwan jî birîndar bûn. Hate zanîn ku rewşa birîndarekî giran e.
Piştî vê aloziyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn ku li Kerkûkê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Ev qedexe doh hat betalkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku PDK’ê weke her carê nehişt Kurd li Kerkûkê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bibin. Ji ber ku PDK’ê û malbata Barzanî, timî li rex dijminên gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê bûne û li dijî Kurdên azadîxwaz mil bi milê dijmin şer kirine. PDK naxwaze li Kerkûkê aramiyek ji bo Kurdan û pêkhateyên Kerkûkê pêk were. Yan wê weke para ku dikeve ber Kurdan, hemû ji wê re be, yan jî naxwaze ti hêz yan jî partiyên din ên Kurd li Kerkûkê xwedî rol be.
PDK dixwaze ji rewşê sûd bigre
Lewra Ereb, Tirkmen û Sunniyên niha li Kerkûkê li dijî PDK’ê xwepêşandanan dikin, ew bi xwe alîgirên PDK’ê ne. Yên ku li dijî PDK’ê niha xwepêşandanê dikin jî pêkhateyên tifaqa bi PDK’ê re ne. PDK di vê lîstika xwe ya li Kerkûkê de dixwaze bi kevirekî çend nîşanan hilde. Ji ber ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker û MÎT’ê PDK li Kerkûkê provokasyonan dike, dixwaze di navbera netewe û pêkhateyên olî yên Kerkûkê de alozî û dijmintiyê çêke û ji van provokasyonan sûdê wergire.
Herwiha yek ji armancên sereke û herî girîng ên PDK’ê ji van xwepêşandanên plankirî ew e ku hem hilbijartinên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê betal bike, ji ber ku di berjewendiyên xwe de nabîne, hem bi van provokasyonan ciwanên Kurd dide kuştin ku ji xwe re bingehê rewabûna xwe ya li Kerkûkê ava bike û bi vê hincetê dîsa vegere Kerkûkê.
Rê li ber fitneyê bigrin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî derbarê aloziya li Kerkûkê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em hemû hewldan û armancên wêranker ên ji bo têkbirina biratî û jiyana hevbeş li Kerkûkê bi tundî şermezar dikin. Divê di zûtirîn demê de berpirsên ji şehîd û birîndarkirina kurên me bên girtin û radestî dadgehê bên kirin. Em bi tundî li dijî vê siyaseta xerab û neheq in û qebûl nakin ku xwîna ciwanên me li ser navê hestên neteweyî bê rijandin û bi qeder û canê wan were lîstin.
Ez bang li aliyên pêwendîdar hemûyan dikim, bi taybetî bang li Hikûmeta Iraqê dikim da ku tavilê rê li rijandina xwînê bigirin û dawî li rewşa heyî bînin. Herwiha em daxwaza bilezkirina asayîkirina rewşa Kerkûkê dikin û em hişyar dikin ku berdewamiya rewşê bi vî awayî nayê qebûlkirin, lewra em bang li aliyan hemûyan dikin ku bi berpirsyariya herî mezin bi rewşê re rû bi rû bin û rê li ber fitne û parçebûnê bigirin.”
Tavilê pêşî li aloziyê bigrin
Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê jî derbarê aloziyê de daxuyaniyek weşand û got, “Eger pêşî li bûyera li Kerkûkê neyê girtin û bi aştiyane neyê çareserkirin, wê bibe sedema fitne û şerê di navbera mezheb û neteweyan de. Ger bi awayekî lezgîn pêşî li bûyerê neyê girtin, wê bi xwe re malwêraniyê bîne. Em bang li pêkhateyên li Kerkûkê hemûyan dikin, bi baldarî nêzî rewşê bibin. Aştî û jiyana hevbeş bikin bingehê çareseriya pirsgirêkan da ku em bikarin komployên heyî bi hev re têk bibin.”
Nûnerên Kerkûkê dicivin
Parlamentera Iraqê ya li ser fraksiyona YNK’ê Dîlan Xefûr ji medya YNK’ê re axivî û diyar kir ku parlamenterên Kerkûkê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re wê bicivin û got; “Di civînê de nûnerên pêkhateyên Kerkûkê hemû wê amade bin, li ser rewşa dawî ya li Kerkûkê û dawîanîna li aloziyan wê were axaftin.”
NAVENDA NÛÇEYAN