Protestoyeke bêdeng; Two-A Film Fable

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Gulan 2024 - 00:25

  • Film behsa du zarokan dike. Zarokekî dewlemend û zarokekî xizan. Satyajît Ray bi du karekteran du dinyayên ji hev cuda şirove dike. Zarokek li koşkê û yek jî li bereqeyê dijî. Zarokê li koşkê serdest û zarokê li bereqeyê dijî jî bindest e. Lê kîjan ji wan azad e?

ARDÎN DÎREN

Gelek filmên Satyajît Ray hene ku divê mirov li ser wan hûr bibe û temaşe bike. Lê ez ê bi kurtefilmekî wî dakevim û behsa filmê wî yê “Two- A Film Fable” bikim. Bi gotina wî ev film “çîrokeke sînemayî” ye ku bi awayekî reş û spî hatiye vegotin. Her wiha di film de diyalog jî tine ne, yanî zimanê film bi dîmenan hatiye ava kirin. Satyajît Ray di sala 1964’an de di bin banê “Esso World Theatre” (Şanoya Esso ya Dinyayê) de vî filmî çêdike. Şirketa bi navê ESSO ya petrolê ku şirketeke Emerîkî ye dibe sponsorê film. Çêkerên film ji Satyajît Ray dixwazin ew bi zimanê Ingilîzî li Bengalê filmekî çêbike ku temaşevan ji dervayî dinyaya xwe dinyayeke cuda jî bibînin. 

Satyajît Ray li wan guhdarî nekir û filmekî bêyî ziman çêkir. Wî tenê ji heza zimanê sînemayê ango dîmenan sûd wergirt û di filmê xwe de tenê deng û muzîk bikaranî. Wî bi dîmen, deng û muzîkê filmekî ku bi hemû zimanên dinyayê diaxive çêkir. Jixwe sînema jî ev tişt bû; bêyî peyv, gotin û axavtinan pevxistineke şareza ya dîmenan. Ji lewma zimanê sînemayê pevxistin bû û di sînemaya bêdeng de ev ziman pirr xweşik hatibû bikaranîn. Satyajît Ray bi vî filmî rêzê digire ji sînemaya bêdeng re jî û filmê wî yê “Two-A Film Fable” ji hêla rexnegir û pisporên sînemayê ve weke filmê wî yê herî baş tê qebûlkirin.

Lê kîjan ji wan azad e?

Film behsa du zarokan dike. Zarokekî dewlemend û zarokekî xizan. Satyajît Ray bi du karekteran du dinyayên ji hev cuda şirove dike. Zarokek li koşkê û yek jî li bereqeyê dijî. Zarokê li koşkê serdest û zarokê li bereqeyê dijî jî bindest e. Lê kîjan ji wan azad e? Satyajît Ray di film de bersiva vê pirsê dide. Zarokê li koşkê dijî xwedî her tiştî ye û çi dixwaze li ber destê wî ye. Zarokê li bereqeyê dijî ne xwedî her tiştî ye. Lê tiştên wî yên bi nirx hene, weke def, bilûr û bafirokekê. Zarokê dewlemend ji ber di koşkê de ye lê “dîl” e ji vî zarokê xizan hesûdiyan dike û bi zikreşî êrîşî nirxên wî dike. Bi çekên xwe bafiroka zarokê xizan tîne xwarê û dixwaze lê zordestiyan bike. Erê, ew van hemû tiştan dike û ji zarokê xizan bi hêztir tê xuyanê lê dawiya dawîn de (dawiya film de jî) ew di hepsekê de ye! Satyajît Ray bi dîmenê dawî yê film ev heps pirr xweşik şirove kiriye û dengê bilûra zarokê xizan li derve her azad e, ti kes nikare vî dengî dîl bigire!

Birca zilmê hildiweşîne

Zarokê dewlemend her çend li hember ê xizan rextê xwe girê dide û bi ser de diçe jî nikare bi wî. Zarokê xizan zû bi zû serî xwar nake li hember û her cara ku zorokê dewlemend zora wî dibe ew rêbazeke dîtir dibîne ku wî aciz bike. Yanî dibe ku di warê aborî, teknolojî, çandî û çînî de zarokê dewlemend ji yê xizan bi hêztir be lê ew “tenê” ye û ne bextewar e. Derhêner balê dibe ser vê yekê û bextewariya zarokê xizan îşaret dike ku ev ji wan tiştên ku zarokê dewlemend xwediyê wan e esîltir û çêtir e. Herî dawî jî zarokê dewlemend li ber ê xizan tê kêk diçe û pê nikare. Di film de gelek nîşane û sembol hene ku divê mirov wan baş şirove bike û bixwîne. Da dawiya film de birca ku zarokê dewlemend bi pêlîstokan çêkiriye hildiweşe tê xwarê. Ev birc di heman demê de ego, serdestî, sadîzm, pozbilindî û xerabiya zordestan jî temsîl dike. Birca ku ji zilmê ava bûye. 

Du dinya; hegemonya û berxwedêrî

Çîroka filmê Satyajît Ray serê ewil weke çîrokeke ji rêzê û besît tê xuyanê lê her ku film diherike mirov dibîne ku ne wisa ye. Wî di vî filmê kurt de gelek peyam bi cih kirine bêyî ku bike qareqar û bi gotinan vî tiştî bipeyitîne. A rast şerên li dinyayê diqewimin û zordestiya serdestan tîne ziman ev film. Satyajît Ray ku pirr di bin tesîra Şerê Vîetnamê de mabû bi vî filmî çavsoriya Emerîkayê protesto dike. Tiştên ku zarokê dewlemend li hember ê xizan dike nîşaneya vî tiştî ne û ev film li hemberî şer disekine. Mirov dikare bibêje ku zarokê dewlemend hegemonyaya Emerîkî û zarokê xizan jî berxwedêriya xelkê Vîtnamê û her wiha hemû bindestan temsîl dike. 

Filmê ‘me’ û filmên ‘wan’

Satyajît Ray bi filmên xwe û her wiha nihêrîna xwe ya sînemayê ku nedişibiya nihêrînên derhênerên Ewrûpayî û Emerîkî, weke ronesansekê deng veda li Hindistanê. Wî di warê muzîk, wêje û hunerên dîtir de jî xwe têr kiribû û yek ji wan entelektuelên girîng ê Hindistanê bû. Ji ber vê yekê ew ji hêla gelek kesî ve weke pêşengê ronesansa Hindistanê tê qebûlkirin. Gava wî ji Hindistanê li dinyayê dinihêrî û bi serpêhatiyên welatê xwe dadiket tiştekî ji hev vediqetand. Wî digot; “Filmên me û filmên wan” Wî bi gotina “filmên wan” filmên Ewrûpayî û Emerîkî îşaret dikir û bi zimanê xwe yê sînemayî nîşan dida ku ew weke wan li dinyayê nanihêre. Jixwe ew derhênerekî dervayî pergala Bollywoodê bû û şêweya ku di filmên xwe de bi kar dianî jî nedişibiya filmên Bollywoodî. Wî li Hindistanê pêleke nû dabû dest pê kirin ku bêhtir nêzî Neo Realîsmo ya Îtalyayî bû. Bi vî awayî li Hindistanê filmên ku bi meseleyên civakî dadiketin derketin holê û trajediyên şexsî jî di filman de cih girtin. Li hember sînemaya popûler a Hindistanê ev pêla nû ku bi destê derhênerên weke Satyajît Ray, Mrinal Sen û Ritwik Ghatak geş dibû, xwedî xemên estetîk û civakî bûn. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.