Propagandaya hilbijartinê bidawî bû
Şemî 16 Kanûn 2023 - 00:25
Biryare di 18’ê mehê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pêkwere, dema ji bo propagandaya hilbijartinê hatî diyarkirin, doh di saet 06:00’an de bi dawî bû.
Komîsyona Hilbijartinê bi daxuyaniyekê ragihand ku her namzetek yan jî aliyek siyasî, propagandaya hilbijartinê dewam bike, wê li gorî yasayê were cezakirin.
Tê payîn îro di saet 07:00’an heya 18:00’an de, dengdana taybet ji bo penaber û hêzên leşkerî yên Iraqê destpê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN