HÊLÎN ABDULLAH
ANHA/QAMIŞLO

Saziyên Civaka Sivîl dê di nava vê mehê de kilînîkên gel ên tenduristiyê li Qamişlo vekin û gerînendeyê tenduristiyê Dr. Fîraz Tîşe got, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yekemîn proje ye û bi armanca xizmeta gel bi nirxekî kêm, hatiye vekirin.

Ev kilînîk dê ji zêdetirî 60 bijîşkên hemû beşan bixebitînin, her wiha dê ji dermanxaneyan jî pêk were û hemû derman lê peyda bibin, taqîgehek, beşa wêneyên radyolojiyê û beşa emeliyatên piçûk jî wê lê hebin.

Gerînendeyê tenduristiyê yê kilînîkên gel û pisporê birîndariya esebê Dr. Fîraz Tîşê got, kilînîkên gel 10 in, di nav wan de kilînîkên taybet bi bijîşktiya diranan jî hebin û dê hemû bi awayekî rojane di xizmeta gel de bin.

Hemû beşên xizmeta sihetê wê hebin

Fîraz da zanîn ku li kilînîkan dê hemû beşên li herêmê hene. Tenê beşên dil û çav ji ber ku nexweşxaneyeke taybet ji bo wan heye, wê di nav van klînîkan de nebin.

Tîşê da zanîn ku li kilînîkan taqîgehên tehlîlan, dermanxane, beşa radyolojiyê, odeyên rewşên awarte yên ku lê emeliyetên piçûk ên wekî cebirandinê, dermankirina birînan, vekirina kêlan jî hene.

Bi erzanî xizmêtê dikin

Têkildarî nirxên teşxîsê yên li kilînîkên gel, Dr. Fîraz Tîşê dibêje, li van kilînîkan nirxên teşxîsê kêm wê be yanî wê nîvê heqê li kilînîkên tenduristî yên giştî be.
Dr. Fîraz der barê dermanên li dermanxaneyan û tehlîlên ku li taqîgehê têne çêkirin û beşê wêneyên radyolojiyê yên li kilîlîkên gel jî got, ji sedî 15’î wê kêmî navendên taybet be.

Ev projeya kilînîkên gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e. Dr. Fîraz Tîşê dibêje, “Da ku li kilînîkên taybet xizmet û baldarî hebe, niha amadekariyên kilînîkan ji pêwîstiyên teknîkî, alavên tibî û pisporên tibî dewam dike.”

Dr. Fîraz Tîşê diyar kir ku qederê 60 bijîşkî û pisporên di beşên taqîgehan, radyolojiyê û dermanxayan de wê li kilînîkan bixebitin.

Heyva Sor a Kurd, Depoya Tibî ya Leşkerî û Saziyên Civaka Sivîl destekê didin projeyê.