Projeya çandina 10 hezar dar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:25

Di çarçoveya projeyên 2024'an de Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 14'ê Çileya îsal de însiyatîfek ji bo çandina 10 hezar dar di parastgeha Green û deverên cuda yên kantonê de da destpêkirin. Ev hemleya yekemîn a çandina daran li kantonê ye. Desteyê di serî de 600 şitilên daran li parastgeha Green çandin û hîna xebatên wê yên projeyê didomin. Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantonê Cemal Ebdulletîf da zanîn ku di qonaxa duyemîn a projeyê de desteyê 500 şitilên nû yên daran çandin û wê li heman parastgehê hefteya bê 500 şitilên din biçîne. Şitilên ku tên çandin cûr be cûr in. Deste di vê demê de hewl dide bi rêya danîna boriyên avdanê û tûrbînan avê ji bo daran peyda bike. Her wiha cihên din ji bo çandinê tên amadekirin. Hejmara giştî ya darên ku hatine çandin hezar û 100 e.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.