• Projeya kişandina avê ya ji ava Firatê dê rojane derdora 15 hezar metrekûp av ji Hesekê re dabîn bike. 

Berpirsê Stasyona bajarokê 47 Silêman Xelîl diyar kir ku projeya kişandina avê ya ji ava Firatê dê rojane derdora 15 hezar metrekûp av ji Hesekê re dabîn bike. 

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” stasyona Elok a li Serêkaniyê dagir kirin, li bajarê Hesekê û gundewarên wê pirsgirêka avê çêbû.

Li gorî berpirsê Projeya Stasyona Bajarokê 47’an endezyar Silêman Xelîl ev proje, projeyeke lezgîn e da ku ji ava Firatê avê bide Hesekê. Karkeran di 4`ê Çileyê de dest bi sererastkirina xetên kişandina avê kirine.

Xelîl diyar kir ku binesaziya projeyê berê hebû, lê ne di xizmetê de bû û got: “Av ji çemê Firatê digihêje stasyona navçeya Siwer a li Dêrazorê û ji wir jî diçe stasyona El-Îlewa ya nêzîkî bajarokê Mergedayê û ji wir jî digihêje stasyona Şedadê ya berê, beriya niha navê projeyê; projeya avdana gundên Hesekê bû.

Silêman Xelîl da zanîn ku projeyê rojane dê li derdora 15 hezar metrekûp av bide Hesekê ku dê ji sedî 20-15 ji pêdiviya ava bajêr dabîn bike.
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê berî sê rojan di civîneke çapemeniyê de destpêkirina projeyê ragihandibû. Tê payîn ku di dawiya meha Adara 2021`ê de proje bikeve xizmetê.

ANHA/HESEKÊ