• HPG ji bo şehîd Mîrza Serhed: Sala 2014’an hevrêyê me Mîraz li dijî DAIŞ´ê çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişeke xwekujiyê ya çeteyên DAIŞ’ê de, ji piyê xwe yê çepê bi giranî birîndar bû û seqet bû. Ji bo ku ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe, emeliyatên dûrî welat red kirin û têkoşîna xwe domand.

HPG’ê nasnameya gerîla Mîraz Serhed ê ku sala 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya  gerîlayê azadiyê şehîd Mîraz Serhed eşkere kir. HPG'ê got, “Hevrêyê me Mîraz ji malbateke hêja, welatparêz û bi kok tê. Bi welatparêziya Serhedê ya qedîm ku şekil daye kesayeta wî, tevlî nava refên gerîla bû û bi qasî 13 salan bû xwedî meşeke bê navber. Ji xebatên ciwanan heta xebatên milîstiyê, ji çiyayan heta metropolan, ji deştan heta gundan li her warî wezîfe kir. Xwe di gelek waran û astan de perwerde kir û bû şoreşgerekî profesyonel. Tevî ku birîndar û seqet bû, xwe ji ti wezîfeya şoreşê neda paş û hewl da bi xwestek û hezkirineke mezin berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Mîraz mîlîtanekî pispor û şoreşgerekî pêşeng bû. Meşa wî ya bi biryar wê ji me hevrêyên wî re bibe mînak. Di xebatên me yên şoreşgeriyê de armanca wî wê bi ser bikeve. Em di salvegera şehadeta hevrêyê xwe Mîraz de, wî bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata wî ya hêja û gelê Serhedê yê welatparêz, ji gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin.”

 

Ji milîstiyê ber bi gerîlatiyê ve

HPG'ê ji bo şehîd Mîraz Serhed got, “Hevrêyê me Mîraz, wekî endamekî eşîra Heyderan li herêma Serhedê hatiye dinê. Malbata hevrêyê me Mîraz salên 1990’î destpêkê dibe sempatîzanê Tevgera Azadiyê. Dema ku kurê meta wî hevrê Dilager (Mecît Çelîk) sala 1989’an tevlî nava refên gerîla dibe, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Hevrê Dilager sala 1994’an li Tendurekê şehîd dibe, şehadeta wî hevrêyê me Mîraz zêdetir dike dilsozê têkoşînê. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şehîdkirina Hozan Serhed gelek tesîrê li hevrê Mîraz dikin.

Hevrêyê me xwendekarekî serketî, diçe beşa civaknasiyê ya zanîngeha Trakyayê. Li vir tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Ji ber şerê bi faşîstan re, sala 2003’an dest ji zanîngehê berdide. Di xebatên ciwanan ên qadên cuda de cih girt û demekê ji bo gerîlayan xebatên milîstiyê kirin.

Sala 2011’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mîraz bi taybetmendiyên xwe yên zanebûna welatparêziya xurt, kesayeta xwe ya gihayî, zindî, bi xwestek û bi pratîkê pirr zû bi pêş ket. Piştî perwerdeya xwe qedand, çû metropolan û bi qasî 3 salan di nava sîstema dewleta Tirk a faşîst de kar kir. Bêyî ku were girtin û ruhê dijmin pê bihese, gelek karên şoreşgerî bi ser xistin.

Hevrêyê me Mîraz tevî ku li metropolan, di nava sîstema modernîteya kapîtalîst û gelek warên cuda de ma, ti carî tenezulî jiyana sîstemê nekir û bi biryardariyeke tam, zanî sekna xwe ya şoreşger biparêze.

 

Birîndar bû lê dev ji doza xwe berneda

Sala 2014’an hevrêyê me Mîraz li dijî DAIŞ´ê çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi rengekî aktîf tevlî pêvajoya berxwedanê ya li wir bû. Di êrişeke xwekujiyê ya çeteyên DAIŞ’ê de, ji piyê xwe yê çepê bi giranî birîndar bû û seqet bû. Tevî ku şansê wî hebû bi emeliyatê piyê xwe baş bike, lê ji bo ku ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe, emeliyatên dûrî welat red kir û têkoşîna xwe domand. Wî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Sala 2019’an di encama qezayeke perwerdeyê de, birîndar bû. Lê vê yekê jî hevrêyê me Mîraz ji meşa şoreşê qut nekir. Li ku derê wezîfeyekhebûya, ji bo bi ser bixîne pirr dixebitî.

Kurê xalê hevrêyê me Mîraz, hevrê Rênas Serhed (Îsrafîl Dûrsûn) sala 2018’an li Amedê û keça xalê wî hevrê Guven Doza (Cansel Dûrsûn) jî sala 2022’yan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weke yek ji fermandarên fedaî û pêşeng şehîd bûn. Vê yekê hêrs û kîna hevrêyê me Mîraz a li hemberî dijmin hîn mezintir kir. Hevrê Mîraz bû mîlîtanê serketî û hevrêyê têrker ê demên zehmet. Hevrê Mîraz xwedî rêbazeke hevrêtiyê bû ku rêbaza xebata kolektîf bi rengekî pirr dilnizm pêk dianî. Ji ber van taybetmendiyên xwe şoreşgerekî profesyonel bû ku hevalan dixwest li gel wî bixebitin û bawerî dida derdora xwe.

Hevrêyê me Mîraz ji dil ji Bîrdoziya Rizgariya Jinê û Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Rizgarkeriya Jinê bawer dikir. Hevrêyê me Mîraz di Cotmeha 2022’yan de di êrişa dijmin de şehîd bû.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Mîraz Serhed wiha ne:

Mîraz Serhed (Celal Kaya) ê li Agiriyê ji dayik bûye, kurê Kûdret û Salihî, Cotmeha 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN