•  Li avahiya deh qatî ya beramberî Stadyûma Manchesterê li ser bilboardeke bêhtirî 10 metroyan mezin posterê Ocalan hat daliqandin.

Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Dem dema azadiyê ye” de li bajarê Ingilîstanê Manchesterê li meydan, çerxerê, rawestgehên otubusan, li ser aviyan posterên Ocalan hatin daliqandin. Li avahiya deh qatî ya beramberî Stadyûma Manchesterê li ser bilboardeke bêhtirî 10 metroyan mezin posterê Ocalan hat daliqandin. Vî posterî gelekî bala xelkê kişand ser xwe. Li ser afîş û posterên wê hefteyê daliqandî bimînin, dinivîse: “Ma tu dikarî li hepseke Tirkan bi rojan tecrîdkirî bî û sax bifilitî? Rêberê Kurd Abdullah Ocalan, bêhtirî 8 hezar 400 rojan li hepseke giravê de di hucreyê de tê ragirtin”  

MANCHESTER