Postê serokkomariyê Bexda felc kir

Çarşem 30 Adar 2022 - 22:15

  • Muqteda el-Sedr yekser bi Bafil Talabanî re peyivîbû. Ew ê hewldanên xwe ji bo guherandina helwêsta YNK´ê û PDK´ê dewam bike. Ew dizane ku ti nakokiya siyasî nîne, mesele hemû postê serokkomariyê û berjewendiyên hizbî yên aliyên Kurd e. 

Doh careke din hilbijartina serokkomarê Iraqê li parlamena Iraqê nekarî pêk were. Ji ber ku li şûna hejmara qanûnî lazim, yanî 220 parlamenteran tenê 200 amade bûn. Yanî bereya Şîî ya bi serokatiya Malikî, bi boykota xwe heta niha bi ser dikeve. Serokê tifaqa sêalî ya Sedr, Helbûsî û PDK´ê, Muqteda El-Sedr jî ji bo vê hewldanên xwe yên çareseriyê zêde dike.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya bi Erebî de serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr hêvî dike krîza ku siyaseta Iraqê xitimandiye, bi xêra meha Remezanê û guhertina helwêsta aliyên Kurd çareser bibe. 

Çareseriya ji xitimandina siyaseta Iraqê re ya ku Sedr lê difikire, ew e ku tifaqa Sedr, Helbûsî û PDK´ê karibe hikûmetê ava bike. Ev tifaq îdîa dike ku xwediyê 190 dengan e niha û bi vî awayî dikare pirraniya parlamenê bi dest bîne û hikûmetê jî ava bike. Lê ji bo avakirina hikûmetê, li gorî destûra bingehîn a Iraqê, divê pêşî serokkomar bê hilbijartin. Ji bo vê jî divê herî kêm ji sê paran diduyê parlamenteran roja hilbijartinê li parlamenê hazir bin, yanî ji 329 parlameneran divê 220 hazir bin. Di civîna doh de tifaqê 200 parlamenter civandin û civîn hat taloqkirin. Di civîna çarşema hefteya bihurî de jî tifaqê 202 parlamenter civandibûn, lê hilbijartin ji ber ku 20 parlamenter hazir nebûn, hatibû taloqkirin. Bi awayekî matematîkî yan YNK divê destekê bide vê tifaqê yan jî 18 parlamenterên din ên serbixwe. Lê ji ber ku tifaqa Şîiyan a li dor Malikî 110 dengên boykotê misoger kirine, ev mesele wê bi dengên serbixwe çareser nebe.  

Ji ber vê rewşê Sedr hêvî dike meha Remezanê bike ku alî ji bo çareserkirina krîzê gavan biavêjin. Lê esas rageşiya di navbera PDK û YNK´ê de hilbijartina serokkomar xitimandiye. Axir sedema krîza li Bexdayê, doza yekdestdariya li ser hêza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ya PDK´ê ye. 

Mesele berjewendiyên hizbî ne

Sedr pê dizane divê ew YNK´ê qaneh bike pêşî. Ji ber wê duşemê êvarê telefonî hevserokê YNK´ê Bafil Talabanî kir. Lê vê yekê di rewşa xitimandî ya heyî de ti tişt neguherî. 

Li gorî agahiyên ji nava tevgera Sedr, ew hêvî dikin ku PDK di meseleya israra namzetê xwe yê serokkomariyê vekişe. Li gorî wê, ev ê bes be ku YNK ji tifaqa Malikî ya Şîiyan vekişe. Middle East Eye (MEE) ji devê vî rayedarê navê wî nehatiye hildan, dibêje, “Em bawer dikin ku vegera li peymana berî ya di navbera her du aliyan [aliyên Kurd] de wê pirsgirêka heyî çareser bike. Sedr pêşî nexwest bikeve nava muzakereyên di navbera aliyên Kurd de, niha ew kete nav. Ka em binihêrin wê çi biqewime.”

Yanî Sedr pirr baş dizane ku mesele ne siyasî û îdeolojîk e, bi temamî ji ber berjewendiyên hizbî yên aliyên Kurd e.

Nebe wê li aliyên din ên Şîî vegere

Heger ev hewldanên Sedr bi ser nekevin, du rê li ber Iraqê dimînin: Hewldaneke nû ya piştî Remezanê, di destpêka Gulanê de, yan jî Sedr wê qebûl bike ku hewldanên tifaqa wî bi bin ketine û ew ê ji bo avakirina hikûmneteke tifaqa neteweyî, bi dijberên xwe re jî muzakereyan bike.  

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.