Poşmaniyê qebûl nake wî bernadin

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 02:56

Yek ji pêkanînên ku di salên dawî de şewitandina înfaza girtiyan e. "Rêziknameya Têkildarî Înfaza Girtiyan" ku AKP û MHP'ê ew pêşkêşî meclisê kiribû, di 31'ê adara 2020'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di çarçoveya vê rêziknameyê de li girtîgehan Lijneya Îdare û Çavdêriyê hat avakirin. Ev lijne, li girtîgehan bi hinceta ku girtî "poşmanîtiyê" qebûl nakin înfaza wan dişewitîne. 

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê berdana girtî Hakan Abî ku di sala 2017'an de li Edîrneyê hatiye girtin û bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "binpêkirina sînor" 7 sal û 5 meh ceza lê hatiye birîn, cara duduyan hatiye taloqkirin. Di 31'ê kanûna 2022'yan de ji ber ku Abî "poşmantî"ya lê hatibû ferzkirin qebûl nekiribû, berdana wî 3 mehan hatibû paşxistin. Piştî 3 mehan, Lijneya Îdare û Çavdêriyê cardin bi heman hincetê berdana Abî 3 mehan paşxist. 

 Abî ku cara duduyan berdana wî hatiye astengkirin, lijneya îdare û çavdêriyê pirsên wekî "Rêber Abdullah Ocalan ji bo te çi ye?", "Gava tu derkevî tu yê daxilî nava xebatên partiyê bibî?" û "Tu yê alîkariya me bikî?" jê kirine û jê re wiha hatiye gotin: "Were bi me re bixebite." 

Bav Halît Abî, têkildarî astengiya li ber berdana kurê xwe axivî û got;’’Gava min jê pirsî ji bo çi? Got, hevalên wî jî çûne lijneyê û înfaza wan jî 3 mehan hatiye paşxistin. Hevalekî kurê min zêdetirî 20 sal in girtiye û berdana wî jî 3 mehan paşxistin. Divê girtiyên ku cezayên wan qediyane hemû bên berdan. Tişta tê kirin me diêşîne."  

Bav Abî destnîşan kir ku êdî van bêhiqûqiyan qebûl nakin û xwest tavilê kurê wî û girtiyên bi heman tiştî re rû bi rû dimînin bên berdan.

 

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.