Poşmanî ferz kirin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 00:55

GUL GUZEL/STUTTGART

 

Hunermend Mazlum Dora li gorî qanûna ceza ya Elman, xala 129b´yê tê dadgehkirin. Bi tohmeta endametiya PKK´ê 3 sal û 3 meh ceza li Dora hat birrîn. Heyeta dadgehê ji bo Dora got, “Di parastina xwe ya dozê de xwedî helwêsteke din bûya, ji mêj ve azad bûbû.”

Mazlum Dora ji ber dozê ji Gulana 2021´ê ve di hepsa Stammheim a li Stuttgartê de girtî bû. Rûniştina biryarê ya doza wî 25´ê Nîsanê li Dadgeha Bilind a Eyaletê bû.

Heyeta dadgehê, îdîa kir ku doza li dijî Dora ne siyasî ye û ew biryarên hiqûqî didin. Wî îdîa kir ku ne ji ber fikrên xwe lê ji ber ku endamê PKK´ê ye ceza li Dora hatiye birrîn. Dadger xwe li rastiya bi sedemên siyasî qedexekirina PKK´ê jî kerr û kor kir. 

Dadger wekî din got, helwêsta di dema parastina xwe de ya Dora ne siyasî bûya, ew ê ji mêj azad bûna. Yanî îşaret bi wê yekê kir ku ji ber poşman nebûnê, li Mazlûm Dora ceza hatiye birrîn.

Dozê dibin temyîzê

Parêzerên dozê ji rojnameya me re got, “Di meşekê de li daholê xistin jî kirin çarçoveya 129b´yê, daholvan jî krîmînalîze kirin. Ev biryar kêfî û siyasî ye. Di dema dadgehê de yek belgeya tenê ya ku îdîanameyê piştrast bike, nehate dîtin.” Parêzeran da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û dozê bibin dadgeha temyîzê.

Piştî serdana wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Mewlut Çavuşoglu ya Berlînê, ya Gulana 2021’ê, hunermend Mazlum Dora û 2 Kurdên din hatibûn girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.