Polîtîka destavêtinê

Duşem 7 Kanûn 2020 - 23:17

  • Li navçeya Kercewsê ya Batmanê 27 kesan dest avêtin keçeke 15 salî. Di nava tecawizkaran de esker, polîs û cerdevan jî hene. Dewleta Tirk dev ji tecawizkaran berdaye bi pey ketiye ka kê çima nûçe amade kiriye.

Dewleta Tirk a înkarker û qirker li Kurdistanê di çarçoveya mêhtingeriyê de êrişkariya xwe di her warî de dike. Çeteyên dewleta Tirk li Kurdistanê rêxistinkirî li navçeya Kercewsê ya Batmanê dest avêtin zarokeke 15 salî. Di nava vê çeteya 27 kesî de çeteyên bi navê esker, polîs û cerdevan hene. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan JINNEWSʼê çeteya navbirî di heman demê de 2 jin jî neçarî fihûşê kirine. Nûçeya ajansê ya 5ʼê Kanûnê pirr bi lez deng veda û li şûna ku dewleta Tirk a dagirker bi ser bûyerê de biçe biryar da qaşo lêpirsîna di vî warî de veşartî bimeşîne.

Dibêjin we çima nûçe çêkir

Dewleta Tirk a dagirker li şûna ku bi pey tecawizkaran bikeve, bi pey nûçevanan û ajansa nûçeya JINNEWSê ket. Ajansa Jinnewsê, bi nûçeya serwîs kir bûyera destavêtinê ya li Kercewê derxist holê. Muduriyeta Polîsan a dewleta Tirk li Batmanê dev ji tecawizkaran berda û bi pey nûçgihanan ket. Walî û Polîs nûçegihînan bi bangeşe û propagandaya rêxistinê (ango PKKʼê) gunehbar dikin û îddîa dikin di bûyerê de peyayên dewletê yên weke esker, polîs û cerdevanan cih negirtine.
Dadgeha Ceza ya Kercewsê, jî daxuyanî da û got, wê der barê saziyên medyayê, platformên medya civakî û kesên dixwazin vê bûyerê belav bikin, wê gilî bike.
Balkêşe, serdozgeriya dewleta Tirk a li Batmanê jî di navê de muduriyeta polîsan û Walî bûyerê nikarin înkar bikin, lê derdê wan ew e, dibêjin kî û kîjan saziyên medyayê vê nûçeyê belav dikin. Jixwe ji niha ve jî qala gumanbarekî dikin û dibêjin hatiye girtin.

Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk biryar da lêpirsîna der barê bûyerê de veşartî were meşandin û qedexeke jî danîn ser weşanê. Ha bi vî awayî dewleta Tirk weke gelek caran kirî xwedî li peyayên xwe yên tecewuzkar derket.

Uca ji wezîrê dadê pirsî

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, bûyera destavêtinê ya li navçeya Kercewsê, bir rojeva Meclîsê. Ûca, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bersiv bide pêşniyazpirs da Meclîsê. 
Ûca, di pêşniyazpirsa kirî de wiha got: “Zaroka 15 salî ji ber êşa zikê xwe diçe nexweşxanê û li wê derê derdikeve holê ku ducanî ye. Dû re li ser giliyê tê kirin 2 kes tên girtin. Bi berfirehkirina lêpirsînê re, derdikeve holê ku polîs, esker û cerdevan jî di nav de, 27 kesî dest avêtine zarokê û neçarî fihûşê kirine. Lê ji 27 kesan tenê navê 11 zilaman di dosyeya lêpirsînê de heye. Di nava agahiyên çapemeniyê ragihandî de, tê îdîakirin ku 2 jinên din ên li gund jî, bi zorê kirine nava karê fihûşê de. Li aliyê din rojnamevana diçe gund û dixwaze bûyerê lêkolîn bike, polîsên hêzên taybet pêşiya wê digirin û pirsên ‘Tu kî yî, tu çima li vê derêyî, tu çi lêkolîn dikî, tu çima hatî navçeyê?’ jê dikin.” 

Çima tecawizkaran têne parastin ?

Uca di vê çarçoveyê de ev pirs kirin: Der barê vê bûyera li Kercewsê de, têkildarî çend kesan lêpirsîn hatiye destpêkirin? Çima her tim bûyerên wiha li bajarên kurdan rû didin. An na ev polîtîkayeke bi zanebûne? Ji bo  berpirsiyarên vê bûyera tecawîzê bên darizandin, we çi xebat dane destpêkirin?  Gelo çima rojnamevanên dixwazin nûçeya bûyerê çêkin, tên astengkirin? Bi astengkirina ragihandina nûçeyê, gelo tê xwestin ser bûyerê bê girtin? Ger wisa be, kî ji bo çi tê parastin? Çend dozên tecawiz û tacîzê yên navê esker û polîstan tê de, derbas dibin hene? Li kîjan bajaran çend bûyerên wiha hene? Di nava salekê de, li Êlihê çend bûyerên wiha rû dan? Gelo berpirsiyar hatin darizandin? Têkildarî van bûyeran çend kes heya niha hatine girtin?”

Li ber destavêtinê ranebe !

Jinên TJA’yî li Wanê destavêtina li Kercewsê ya polîs, leşkerên Tirk û cerdevanan a li zarokeke biçûk şermezar kirin, polîsên Tirk êriş bire ser jinan. 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç û rêveberên HDP’ê jî destek dan çalakiyê. Çalakgeran xwest li ber avahiya HDP’ê bûyerê şermezar bikin.
Polîsên Tirk dor li avahiyê girtin û gotin ew ê destûr nedin ku destavêtin were şermezarkirin, û sixêf ji Sarisaç re gotin.

Li gel terora polîsan jî girseyê dema ku xwe hazir kir ku destavêtinê şermezar bike, polîsên Tirk bi jopan êriş kirin.

Dema êrîşê polîsan li nûçegihanên JinNewsê û Ajansa Mezopotamyayê dan û ew ji qadê dûr xistin. Polîsan xwest kamera û mekîneyên wênegir jî desteser bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.