Kevser Demîr a ku di encama lêdan û êşkenceya polîsan de 3 diran û milê wê hatibûn şikandin nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walîtiyê da û got: “Raporên min hene. Ew polîs derewan dike. Ez dawekar im.” Walî gotibû, polîsan lêdan xwariye.
Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan xwest lawê Kevser Demîr (55) binçav bikin. Kevser Demîr bû asteng û vê carê bû hedefa lêdana polîsan. Polîsan li Demîr dan, 3 diran û milê wê yê çepê şikandin. Demîr ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî rapora lêdan xwariye wergirt û giliyê polîsan kir. Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û îdia kir ku tiştên Kevser Demîr dibêje ne rast in û polîs parast.
Kevser Demîr nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walîtiyê da û destnîşan kir ku daxuyaniya walî ji rastiyê dûr e. Demîr behsa qewimîna bûyerê kir û got polîsan bi dijwarî lê dane. Demîr anî ziman ku polîsan piştî lêdanê di 24’ê gulanê de gef jî lê xwarin e û tu mafê wan tune ye li însanan bidin û wan rencîde bikin. Demîr destnîşan kir ku ji bo polîs xwe xilas bikin nerast diaxivin û got: “Tevî ku polîsan diran û milê min şikandine jî, hêj radibe dibêje ku min wî gez kiriye. Heke min wî gez kiribe, tiba edlî heye, bila biçe wir û rapor bistîne û ez ê jî cezayê xwe bikişînim. Bi rastî jî tiştek wiha nîne, ji bo xwe xilas bikin wiha dibêjin. Min serî li CÎMER û Wezareta Karên Navxweyî jî daye. Hêj li min nezivirîne. Ez ê dest ji vê dozê bernedim. Ez ê heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biçim. Ez dawekarê wî polîsî me. Raporên min hene. Ew polîs derewan dike.”
MA/AMED