Li Nisêbînê bi tevlibûna sedan kesan buroya hilbijartinê ya jinan a Partiya Çep a Kesk hate vekirin. Polêsên Tirk ên dagirker ji ber coşa xelkê, êrişî vekirina buroyê kir.

Partiya Çepên Kesk li ser Cadeya Sakarya ya li Nisêbînê bi awayekî girseyî buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Mêrdînê û bi sedan kes tev li vekirina buroyê bûn.

Namzeta parlamenteriyê Berîtan Guneş a ewilî axivî û got, jin îro dîsa li dijî desthilata bi salan e hewl dide têkoşîna jinê tine bike, dîrokê dinivîsin û jin wê hikûmeta AKP'ê têk bibin. Pişt re namzeta parlamenteriyê Leyla Kaya jî got, civak hemû ji têkoşîna jinên Kurd hêzê digire û destnîşan kir ku bi vê têkoşînê wan buroya hilbijartinê ya jinan vekiriye. 

Xelkê li hemberî polêsan li berxwe da

Polêsên dagirker xwe li dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” ranegirt û xwest kesên dirûşm gotine bixin nezaretê. Girse bi heman dirûşmeyan li ber polêsan rabû. Polîsan gelek kes kirin nezaretê, girseyê gotina dirûşmeyan li ber buroyê û li nava kolanan dewam kir.

MA/MÊRDÎN