Li gorî rapora Weqfa Baran Tûrsûn di navbera salên 2007 û 2020’an de 92 jê zarok bi giştî 404 kesên sivîl ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. 

Di êrişan de dema ku piştre polês tên dadgehkirin, di parastinên xwe de ew bêhtir hincetên wekî ‘Me peywira xwe ya qanûnî pêk anî’ îfade dikin. Polêsên Tirk kuştina kesan ji xwe re wekî ‘peywira qanûnî’ diyar dike. 

- Polêsên Tirk, 26´ê Gulana 2014´an Ûgûr Kûrt li Stenbolê, li Cemxaneya Okmeydani dema li benda cenaze bû, kuşt. Salek û 8 meh cezayê hepsê li polêsê qatil hat birrîn, lê esas wî tenê cezayê pereyê edlî da. 
- Polêsên Tirk, 25´ê Mijdara 2007´an Baran Tûrsûn li Izmîrê qetil kir. Polêsê qatil îdîa kir ku çeka wî bêhemdî teqe kiriye. 2 sal û mehek ceza li polês Oral Emre Atar hat birrîn.
- Polêsên Tirk 25´ê Cotmeha 201´an Dîlek Dogan li, li Taxa Armûtlû ya Stenbolê li mala wê qetil kir. Polêsê kujer got, "Min peywira ku dewletê da min pêk anî.” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê girtîgehê li polîs hate birîn.
- Polêsên Tirk 21´ê Adara 2017´an Kemal Kûrkût li Amedê di pîrozbahiya Newrozê de qetil kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN