Polêsên Iraqê bi Asayîşê re civiya
În 28 Nîsan 2023 - 15:35
Ji ber li Şengalê bicihkirina hin Erebên berê di nava DAIŞ´ê de hatin bi cih kirin. Xelkê Şengalê nerazîbûn nîşan da. Piştî ku berpirsên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê bi polêsên federal re li ser vegerandina hinek kesên hevkariya DAIŞ’ê kirine civiyan û tevlî lijneya lêkolînê bûn, girseya nerazî belav bû.
Li gorî agahiyan, girseya gel a li dijî anîna DAIŞ’îyan a Şengalê li ber avahiya polêsên federal a Iraqê ya li navenda Şengalê kom bûbû, piştî hevdîtina berpirsên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê belav bû.
Piştî ku civaka Êzîdî li ber anîna hinek kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de û hin hevkarên DAIŞ’ê rabû, du kes ji aliyê polêsên Iraqê ve hatin binçavkirin. Lê civaka Êzîdî ji polêsên federal xwest herdu kesan teslîmê Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê bike. Destpêkê polêsên Iraqê ev daxwaz redkirin, lê li ser hêrsa gel neçar ma, bi berpirsên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê re bicive.
Hate gotin, nûnerên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê jî tevlî lijneya lêkolîna kesên hevkariya DAIŞ’ê kirine û destê wan di xwîna Êzîdiyan de heye, hatine kirin. Piştî hevdîtinê daxwaza gel bi cih hat û girse jî belav bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Emn El-Wetenî û Artêşa Iraqê çend malbat vegerandin Şengalê. Lê piştî ku jineke ciwan ferq kir kesên bi DAIŞ’ê re tevgeriyane di nava wan malbatan de hene, civaka Êzîdî rabû ser piyan û nerazîbûn nîşan da.
NAVENDA NÛÇEYAN